Xizmên kolberîn dibin aşûtê de: Qîrîniya me bibihîsin

Xizmên kolberîn dibin aşûtê de: Qîrîniya me bibihîsin

.

A+A-

Xizmên kolberên li ser sînorê Îranê dibin aşûtê de man, banga hestiyariyê li raya giştî kirin û xwestin zarokên wan bên dîtin.


Kolberên ji Îranê Molaî Hudaî, Firat Hudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî yên ku di 18’ê Çileyê de, di navbera sînorê Îran û navçeya Elbakê ya Wanê dibin aşûtê de man, hêj agahî ji wan nayê girtin. Xizmên kolberên, hat diyarkirin ku li çoltera goma Dirîşkê ya girêdayî gundê Xaşkan dibin aşûtê de mane, bal kişandin ser şert û mercên hewayê û banga dîtina xizmên xwe kirin. 
 
FIRAT 17 SALÎ BÛ 
 
Ji kolberên dibin aşûtê de mane, dayika Firat Xûdaî Perîxan Xûdaî, anî ziman ku kurê wê hîna 17 saliye û wiha axivî: “Ev dewlet gelo çima zarokên me ji bin wê aşûtê der dernaxin? Ev 5 rojin agahî ji zarokên me nayê girtin. Em nizanin mirine yan jî saxin. Ezê bi çiyan û rêyan bikevim û li kurê xwe bigirim. Firatê min hîna 17 saliye. 5 rojin em tu agahiyê jê nagirin.” 
 
Xûdaî, dest nîşan kir ku ew dixwazin herin herêma aşûtê, lê tên astengkirin û wiha got: “Ji me re dibêjin, ‘emê agahî bidin we.’ Lê tu agahiyê nadin me. Êdî bese, bila agahiyekê bidin me. Em dixwazin bizanibin saxin an jîmirine. Dibe ku niha dijîn. Divê lêgerîna wan dewam bike.” 
 
‘KEZEBA MIN DI ŞEWITE’

 
Dayika kolberê winda Yaver Eslanî Hediye Eslanî jî, ji bo dîtina kurê xwe banga alîkariyê kir. Dayik Eslanî, da zanîn ku destûr ji bo wan nayê dayîn ku biçin cihê bûyerê û wiha bilêv kir: “Kezeba min di şewite. Kes dengê qîrîniya me seh nake. Tu kes alîkariya me nake.” 
 
Xizmên koberên din ên agahî ji wan nayin girtin jî, xestin ku xebatên lêgerînê bên dest pê kirin û ev bang li raya giştî kirin. Ger 2 dewlet nekarin zarokên me bibînin, bila destûrê bidin me, em ê wan bibînin. Ji Xwedê bitirsin, ma ev rewaye? Bedena zarokên me di vê sermayê de dibin aşûtê de ne. Ger najîn jî, bila bedenên wan bidin me. Ji bo vê jî em banga hestiyariyê dikin.”
 
MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin