Xeyala me endamtiya NY û NATO’yê ye

Xeyala me endamtiya NY û NATO’yê ye

Berpirsê Pêywendiyen Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmîn Hewramî got ‘ew bi pêywendiyên navdewletî parastina Kurdistanê dikin û Kurdistan bi rêbazên gerdûnî ber bi serxwebûnê ve diçe.’

A+A-

Berpirsê Pêywendiyen Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmîn Hewramî got ‘ew bi pêywendiyên navdewletî parastina Kurdistanê dikin û Kurdistan bi rêbazên gerdûnî ber bi serxwebûnê ve diçe.’

Hewramî got; “Em li Rojhilata Navîn demokrasiyeke ku li herêmê nîn e ava dikin. Kurdistan bi rêbazên ku cîhan meşrû dihesibîne parastina xwe dike, li dijî terorê şer dike û dîsa bi heman rêbazan ber bi serxwebûnê ve diçe. Eger em endamê Netewên Yekbûyî bûna wê li hemberî êrîşên li ser me rawestiyana. Xeyala me jî ew e ku Kurdistan bigîhîje asta endamtiya hêzeke wek NATO û rêxistineke wek Netewên Yekbûyî.”

Berpirsê Têkiliyên Derve yê PDK’ê Hewramî her wekî din di derheqê hinartin û bazirganiya neft û gaza Kurdistanê de jî ragihand ku di pêşerojê de projeyên mezin wê pêk bên û Kurdistan wê bi vejena xwe bo dewletên rojavayî bibe aktoreke sereke û ew pêvajo jî destpêkiriye. Hewramî di derbarê mijarên; DAİŞ, serxwebûna Kurdistanê, parastina heremên dagirkirî, Şengal, petrol û dîplomasiya Kurdistanê de pirsên BasNûçe’yê bersivand.
 


Di warê dîplomasiyê de bala me dikşîne ku Peytext Hewlêr bûye nawendeke cîhanî. Lobiyên Hewlêrê ji dîplomat û siyasetmederên navnetewî vala nabe. Her roj ji welatekî wezîr û şandên cuda tên Kurdistanê. Gelo Kurdistan bi çi awayî û çawa bû nawendek cîhanî di warê dîplomasî û têkiliyên navdewletî de?

Em di serdema 21’em de dijîn. Serdema 21’ê ji ya 20’î cûdatir e. Serdema 21’ê ne serdema du qutbên dunyayî ye. Yanî ne serdema Rojhilat û Rojava ye. Ev serdem ne tenê serdema dewlete ya jî. Serdema aktorên navdewletiye jî. Herema Kurdistanê di, 20 salên dawîn de xwe weke aktorekî siyasî îspab kir. Tu jî dizanî di dîplomasiyê de berjewendiyên hevbeş hene. Awayên hevbeş hene. Herêma Kurdistanê dikaribû ji hemû aliyan re eşkere bikra ku ew aktoreke siyasi ye. Mesele ev bîst û çar bîst û pênc salê, me demokrasiyeke daniye. Prosesa demokrasiyê heye. Mesela; azadiya ayînî, azadiya netewî heye. Pêkve jiyan heye, tolerans heye. Parastina mafên mirovan heye. Mesele ermenî, keldanî, asûrî tirkmen hemû beşdariyê li Parlementoyê Kurdistanê dikin, bi zimanê xwe dixwînin. Di nav dezgehên dewletê de cih digrin. Me tu netewe înkar nekiriye. Me tu qewm mezheb û ol înkar nekiriye. Ev yek ji aliyê peywendiyên navdewletî ve hêzekî mezin daye Herêma Kurdistanê. Li herema Rojhilat, li Kurdistanê avakirina pêkhateyên wekhevî û mafê mirovan, azadî û demokrasî gellekî muhîm e. Xala duyem jî meseleya berjewendiyên hevbeş e. Şerê li hember terorê aktoriyeke pozîtîf daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Kurdistan di warê asayiş û enerjiyê jî de cîhekî girîng e. Herêma Kurdistanê di warê neftê de bi dewlemendiya xwe li cîhanê 8’emîn welat e. Ev jî hêzeke mezîn e. Di warê aborî û îktîsadî de jî bûye duyemîn bazara Tirkiye. Mesele di navbera Iraq û Tirkiyê de ciroya bazirganiyê 12 milyar dolaran e. 89 milyon dolar bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ye. Mesela di sala 2005’an de hîç nuner û konsolekî welatên cihanê li Hewlêrê tunebûn. Lê niha 2015 ye. Niha 35 konsol û nûnerên welatên cuda li Hewlêrê hene. Herêma Kurdistanê hem bi berjewendiyên hevbeş û hem jî bi awayê hevbeş dikaribû ku xwe bike aktorek sereke. Li Rojhilata Navîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe temsîl kir. Ne ku tirk, ereb yan jî faris, kurdan temsîl bikin, di cihanê de me temsîla xwe kir.
 


Wek dîplomatek di têkiliyên navdewletî de çi awantaj an jî astengî hene li beramber dîplomasiya kurd?

Niha di warê navdewletî de di warê diplomasiyê de para me jî heye. Ev dîplomasiya federalî ye. Ne ya dewleta ye. Stratejiya me ev e. Eger em dewlet bûna me dikarî beşdarên rêxistinên navdeweletî bibin. Em beşdarî Netewên Yekgirtî bibin. Wek mînak xeyala me ye ku em bibin endamê NATO jî. Eger em endamên Netewên Yekgirtî bûna, li ser dewleta me êrîş hebûya wê parastin li me bihata kirin. Bi peywendiyên newdewletî dê ew êrîş bihatana şikandin. Lê em ne dewlet in. Em nikarin bibin endamê NATO û Netewên Yekgirtî. Tiştekî din jî heye; peywendiyên me yên dîplomatîk û hevbeş bi Amerîka û Îngîltere re hene. Bi welatên ereb re û bi Îranê re heye. Me wezneke siyasî ji xwe re çêkiriye. Em bi peywendiyên navdewletî parastina Kurdistanê dikin.

Îro hemû dewletên mezin ên Rojavayî bi baldariyek baş temaşeyî Kurdistanê didin. Gelo ev eleqe ji neft û gazê ye an jî ji demokrasî û hevbeşiya li Kurdistanê ye?

Ez dikarim bêjim ku herdu hokar jî hene. Ji sedê 75’ê nefta Iraqê li Herêmê Kurdistanê ye. Eger mesele tenê neft bûye komelên navdewletî li ser wan meseleyan tehamûl nedikirin. Eger mesele demokrasî û tiştên din bin, pêşvebirina mafên mirovan be ew tiştekî din e. Li Surîye sê sal in mafê mirovan tuneye. Mirov bêsûc û bêguneh tên kuştin. Li wir demokrasî û mafê miorovan azadî tuneye. Lê li cem me herdû jî hene. Mafê mirovan azadî geş e. Ev yek bû hokar ku peywendiyên Hikûmeta Kurdistanê û hêzên navdewletî xurt bibe.

Eleqe ya dewlet û welatên Rojavayî ya li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê bandoreke çawa li ser cîranên Herêma Kurdistanê dike? Weke Îran, Tirkiye, Sûriye Iraqê? Tekiliyên wan û Herêma Kurdistanê çawa ye?

Eleqeya hêzên navdewletî ne li ser stratejî û siyaseta ciranên me ye. Siyaseta me siyaseteke bi prensîb e. Siyaseteke hevsengî û balansî ye. Eleqeya me li ser stratejiyên Iraq û Suriyê li ser Tirkiyê nebûye. Eleqeya me digel Amerîka li ser Îran û Trkiyê nebûye. Û Eleqeya me bi dewletên ereb re li ser Tirkiyê û Iranê jî nebûye. Em tu carî li ser piştigiriya tu aliyên olî nakin. Em piştigiriya Îranê li hember Tirîkiyê nakin û em piştgiriya Tirkiyê li hember Îranê nakin. Em dixwazin peywendiyên hevseng û aştiyene di navbera me û wan de hebe. Bo me tiştê herî muhîm Kurdistan e. Qazanç û fêdeya Kurdistanê bo me muhîm e. Ne yên dewletên navdewletî. Dewletên cîran jî dizanin ku Kurdistan xwedî peywendiyên navdewletî ye. Roleke wê ya mezin heye. Vê yekê jî tesîreke pozîtîf li ser pêyvendiya me û dewletên cîran çêkiriye. Ew jî dizanin ku em hikûmeteke xwedî berpirsiyar in. Û aktorekî xwedî mantiq û profesyonel in.
 


Nivîskarê nêzikî îstixbarata Îranê Irfan Qanîferd di derheqê geşedanên hevdem yê cîhanê de dibêje ku ‘şiiyan xiyanet bi sunniyan kiriye û DAİŞ ji vir derketiye?’

DAİŞ, semptoma nexweşiyê ye. Yanî DAİŞ netîceya siyaseta xelet a Malikî ye. Neticeya marjînalkirina siyaseta sunnîya ye. Neticeya şerên mezhebî û civakên taîfî ye. DAİŞ rêxistineke terorî ye. Asayişa Iraqê, dezgehên Malîkî hemû ketin destê DAİŞ’ê. DAİŞ êdî bû dewleteke terorîstî. Ev yek ji ber siyaseta xelet a Malikî pêk hat.

Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî çend caran anî ziman ku ‘ew dizanin kê piştgiriyaDAİŞ’ê dike.’ Gelo hêza ku piştgiriya DAİŞ’ê dike Îran e? Mebesta Barzanî, Îran e?

Na, nexêr Serok Barzanî daxuyaniyên wisa belav nekiriye. Lê em dikarin bêjin wexta DAİŞ êrîşî Herêma Kurdistanê kir, Serok çû parlementoyê û Serokatiya Parlementoyê kir. Du mebestên DAİŞ’ê hebûn. Yek jê wan dixwest referandûma serxwebûnê ya ku wê li Kurdistanê bê kirin, têk bibin, û Kurdistan tûşî şerekî dirêj bike. Herwiha DAİŞ’ê xwest navçeyên Kurdistanê yên derveyî Hikûmeta Kurdistanê weke Şengal, Maxmûr, Kerkûk û Zûmarê dagir bike û xewna serbixwebûna Kurdistanê ji holê rake. Her kesê li dijî serbixwebûna Kurdistanê be û li dijî bihêzbûna kurdan be li Rojhilata Navîn beşdariyê li piştgiriya li DAİŞ’ê dike.

DAİŞ wek dewleteke bê milet e, ew li ser navê gellekî şer nake. Mînak, li xaka Kurdistanê cihê ku DAİŞ êrîş dike ne xaka DAİŞ’ê ye û ne jî xaka sunniya ye. Wate; stratejiya DAİŞ’ê tenê bê aramîkirin û teror e?

DAİŞ zarokekî bêbav e. Lê çend bavên wê jî hene. Her kes li gor hesabên xwe DAİŞ’ê bikartîne. Niha heqîqetek e. DAİŞ tarî ye. Siyaseteke wan heye. Ew jî siyaseteke qewmî ye û têkelî îslama radîkal jî bûye. Quweta xwe ji van çeperan digire. Şovenîzma erebî û îslama radîkal û tûndrew bîrên DAİŞ’ê ne. Lê xelkên din jî beşdariya wê dikin. DAİŞ bû sedem ku kurd tûşî şerê dirêj bibin. Sala borî bernameya me referandûm û serbixwebûna Kurdistanê bû. Lê îsal em parastina xaka Kurdistanê dikin.

Dîroka navbera çar dewletên cîran bi Kurdistanê tije êş û zahmetî ye. Di qonaxa serbixwebûnê de Hikûmeta Kurdistanê peywendiyan bi Iraq, Îran Sûriye û Tirkiyê re çêdike. Ev yek tesîreke çawa li ser pêywendiyan dike?

Em siyaseteke vekirî dikin. Wate ne siyaseta Kurdistana yekgirtî ye. Meseleya kurdan li Başûr cuda ye, li Bakur, li Rojava cuda ye, li Rojhilat cuda ye. Mebesta me serbixwebûna Kurdistanê ye. Referandum mafê me ye. Em ê nebîn aktorekê şerxwaz. Em dixwazin ji xelkê xwe bipirsin ka bê ew çi dibêjin. Wexta em biryarê didin em naxawzin ew tişt derasayî be. Em ê mafê xwe bi dest bixin. Amerîka, Tirkiye û Îran jî ne li hember serbixwebûna me ne. Em dikarin beşdariyê li rêxistinên navdewletî bikin. Hewce ye em gellek tişt bikin ku em baştir û aramtir bijîn. Gef li ser me nîne. Ew jî dizanin. Em ji bo Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ne tehdîd in. 25 sal in hikûmet û parlementoya me heye.

Li Rojhilata Navîn avakirina demokrasiyekê helbet zehmet e. Lê di navenda Rojhilata Navîn de kurd demokrasiyê ava dikin. Zehmetiyên avakirina demokrasiyê çine li herema ku çanda demokrasiye nîne?

Kes nikare demokrasiyê li ser komelgehê ferz bike. Eger komelgeh ne layangirê demokrasiyê be ew pêk nayê. Demokrasî kultur û proses e. Demokrasî sefereke berdewam e. Nêzîkî 300 sal in berdewam dike. Demokrasî; tolerans û qebûkirina yên dine jî. Me li herema Kurdistanê demokrasî avakir. Em nikarin bêjin demokrasiyek temam e jî. Lê di nav demokrasiyên Rojhilatê de, ya me li pêş e. Azadiya rojnamegerî, azadiya mafê mirovan li Herêma Kurdistanê gellekî pêşketî ye. Weke ku min got ji vê yekê re tolerans dive. Ji ber ku şiiyan û sunniyan toleransa hev nekirin li Iraqê demokrasî pêk nehat. Di raperîna 1991’ê de Serok Barzanî, biryar derxist û sêsed hezar cahş efû kir. Me got çêbû û bû. Me rûpeleke nû vekir. Me tolerans nîşanî wan da. Me digot ‘em ê Kurdistanê ava bikin.’ Mesela enfal û komkujiya kîmyewî bi ser me de hatin. Me 55 hezar gundiyên Iraqî dîl girtin û me yek ji wan jî nekuştin. Kurd milettekî xwedî tolerans e. Li her çar perçeyên Kurdistanê kurd wisa ne.

Em werin ser yekitiya kurdan. Îro li her çar perçeyên Kurdistanê li hember DAİŞ’ê hevkarî û yekîtî heye. Bo dahatûye ev rewş wê kurdan bibe ku derê? Gelo dibe ku ev yekîtî geş bibe û xurttir bibe?

Em ji vê yekê bi hêvî ne. Em weke kurd hewceye ku em yekgirtî bin. Pêwistiya me bi îradeyeke netewî heye. Ev îradeye neteweyî divê ne ji bo sepandinê be. Divê ev îrade gotareke aştiyane û birayene bikarbîne. Îradeya yekitiya kurdan divê li ser xizmeta kurdan be. Ne ku xizmeta HDP’ê yan jî PDK’ê û PKK’ê bike. Hewceye berjewendiyên Kurdistanê biparêze. Ji bo berjewendiyên layanên partiyên siyasî xebatan neke.

Niha li Rojava jî kurdan rêveberî avakirine, konton danîne. Nêzikatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li kantonan çi ye?

Ji bo yekitiya kurdan li Rojava, Serok Barzanî serperiştî li Peymanên Hewlêrê û Peymana Duhokê kir. Me hemû hevkarî da wan. Me got ‘pêk ve bin. Eger hûn pêk ve kantonan ava bikin em ê piştgiriya we bikin. Eger hûn li hember rejîmê şer bikin em ê piştgiriya we bikin.’ Me got ‘eger hûn bi rejimê re guftûgoyan bikin em ê piştgiriya we bikin.’ Me got; ‘eger PYD bi serê xwe kantonan ava bike ew ne navendên kurdî ne. Meseleya kurdan li Rojava ji meseleya kantonan mezintir e. Meseleya kantonan meseleyeke şarevaniyê ye. Meseleya kurdan li Rojava ne meseleyeke îdarî ye. Meseleya Rojava meseleyeke netewî ye. Meseleya me ya netewî ye. Hewceye li Rojava kurd bêne naskirin. Û herêma wan ne kantonek û ne jî Herêma Rojavayê Kurdistanê be. Di çerçoveya Sûriyê de be. Eger hun kantonan çêbikin û tu tiştekî netewî çênekin ev kanton dibin zirar ji meseleya kurdî re.’
 


Em bên ser meseleya Şengalê. Li ser Şengalê jî gellek tişt têne gotin. Tê gotin ku li Şengalê rêveberiya kantonan tê avakirin? Ev çi mesele ye?

Ev guftugoyên biraderên PKK’ê ne. Divê em di serî de bejin ku Şengal beşeke ji Başûrê Kurdistanê. Başûrê Kurdistanê hikûmet û parlemento û rayadarên xwe hene, hesabên xwe yên siyasî hene. Serokê xwe heye. Biradarên PKK’ê piştî karesata Şengalê dixwazin li Şengalê ji xwe re nifûzekê peyda bikin. Em nabêjin ‘emê li Amedê herêmeke federalî çêkin.’ Yan jî em nabêjin ‘emê li Kobanê û Hesekê tiştekî ava bikin.’ Ev ne karê me ye. PKK divê dev ji vê siyaseta xwe berde. Lewre serkfetî nabe. Parlementoya Kurdistanê li dijî vê ye. Hikûmeta Kurdistanê li dijî vê ye. Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê li dijî vê ye, kes qebûl nake ku PKK daxilî nav siyaseta Başûrê Kurdistanê bibe.

Eger ew mesele wiha bidome wê çi bibe?

Ezdî bi xwe qebûl nakin. Xelkê Şengalê qebûl nake. Ev ne siyaseteke durist e. PKK nikare bi vê siyaseta xelet berdewam bike.

Di pêşerojê de di hinartina gaz û neftê de. Di navbera Rojava û Başûr de mimkûn eku yekîtiyek ava bibe?

Mesela kurdî li çar perçên Kurdistanê ji hev cûda ye. Tu stratejiyên me yên li ser perçeyên din ê Kurdistanê tüne ye. Niha Rojava bi ser Sûriyê ve ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bi ser Iraqê ve ye. Eger em karibin ji hêla mirovî û siyasî, em ê alikariya kurdên Rojava bikin. Bi hezaran birayên me yên Rojava li Herêma Kurdistanê ne. Dema DAİŞ’ê êrîşî Kobanê kir û Kobanê ket destê DAİŞ’ê me çek û teqemenî ji wan re rêkirin. Me pêşmerge rêkirin. Hem ahengî di navbera me de heye. Lê em nikarin bêjin ku ‘em ê Rojava bi ser Başûr ve girêbidin û bikin yek herêm.’ Lewre ew du meseleyên cûda ne. Ji hêla erdnîgarî jî ji hev cûda ne. Di qanûnên navdewletî jî de ji hev cûda ne. Hêvî û stratejî nabin yek. Divê em realîst bin.

Niha rojeva sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çiye?

Siyaseta me ya îstîklaliyê heye. Mesele qanûnên esasî yên Iraqê jî hene. Nabe em di ser wan re derbas bibin. Projeya me ew e ku heta sala di 2018’an em îxraca neftê rojane bikin du sed mîlyon bermîlan.

Di warê referandûm û serxwebûnê de rewş li kîjan astê ye? Niha çi xebat didomin û demeke texmînî heye bo serxwebûnê?

Me sê meh ji bo komîsyonê diyarkiribû. Meseleya referandumê heqê me yê rewa ye. Ew komîsyon wê li ser hilbijartina referanduman kar bike. Encamdana referandumê nayê wê wateyê ku em ê di 24 saetan de serbixwebûnê ragihînin. Em ê binêrin ka xelkê me çi dixwaze. Em nikarin heta 10 salên din jî li dîlê siyaseta Iraqê bin. Hewceye stratejiyên me jî hebin. Em ji xwe re stratejiyeke peyda bikin. Beriya bîst salan kê dizanî ku wê kurd komelgehan ava bikin.

Eger kurd bêjin ‘em serxwebûnê dixwazin û encamên erênî derket’ hûnê çi bikin?

Em ê bêjin ev mafê xelkê me ye. Ev mafekî siyasî ye. Em beşekî Iraqê ne. Em ê serbixwebûna xwe eşkere bikin. Em ê peywendiyeke aştiyane jî bi Iraqê re durist bikin. (BasNûçe

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin