"Xeyala her kurdekî Kurdistaneke serbixwe ye û ew jî weke kurdekî xwediyê vê xeyalê ye"

"Xeyala her kurdekî Kurdistaneke serbixwe ye û ew jî weke kurdekî xwediyê vê xeyalê ye"

Serokê Odeya Dermanfiroşan a Batman Sêrt û Mûşê Adnan Bayhan: Xeyala her kurdekî Kurdistaneke serbixwe ye û ew jî weke kurdekî xwediyê vê xeyalê ye

A+A-

Di 24ê Îlonê de Şandeya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê ya Batmanê çû serdanên SES, Eğitim Sen û Odeya Dermanfiroşan ên Batmanê. Her sê sazî jî piştgiriya xwe ya heyî nîşan dan û diyar kirin ku ne weke piştgiriyê bes wek xwedîderketinê nêzîkî referandûma serxwebûnê dibin lewre serxwebûna perçeyeke Kurdistanê destkeftiyeke neteweyî ye û kurdan giş elaqedar dike.

egit-2.jpg

Li SESê li ser navê Înîsiyatîfê Dr. Ömer Faruk Gergerlioğlu got ku ew wekî tirkekî demokrat piştgiriyê dide serxwebûna Başûr û ew di vê baweri yê de ye ku mafê serxwebûnê bo kurdan mafekî derengmayî ye û êdî bergirî nayê lê kirin û wisa dewam kir: “Divê di nav pêkhateyên kurdî de mijara referandûmê ji rojevên rojanê dûr bibe, lewre ev mijareke derveyî partiyan, mijareke neteweyî ye” Her wiha Gergerlioğlu destnîşan kir ku li gor çavdêriyên wan xelkê Bakur bi eşkere piştgiriyê didine referandûmê û çavlirê ne bo serxwebûnê. Serokê Şaxa SESa Batmanê Deniz Topkan jî diyar kir ku ew bi xemgînî dibînin ku hêzên navneteweyî ên wekî Îran, Tirkiye û Iraqê hewl didin referandûmê taloq bikin lê divê referandûm neyê taloqkirin û di 25ê Îlonê de vîna gelê Başûr, daxwaz û hêviyên wan divê bi zelalî were nîşandan û peywira sereke ya hemû kurdan, xwediyê çi bîrdoziyê be bila bibe piştgirî û xwedîderketina xewn û xeyala kurdan e.

Li Eğitim Senê li ser navê Înîsiyatîfê Osman Zinnur Erçin danasîna armanc û xebata Înîsiyatîfê kir û got ku ew weke Înîsiyatîfê dizanin ku endamên sendîqaya Eğitim Senê alîgirên xwezayî yên serxwebûnê ne û ew hatine piştgiriya heyî derînin holê. Sekreterê Hiqûqê yê Eğitim Senê Nurettin Şimşek jî hest û ramanên xwe anî ziman û got ku çawa ku tirk li ser neyartiya kurdan dibin yek, divê kurd jî li ser mijarên neteweyî weke referandûma serxwebûnê bibin yek û wisa dewam kir: “Divê em bi hizra neteweperweriyê bifikirin û ji bo berjewendiya neteweyî bibin yek û li ku derê destkeftiyek derkete pêşiya me em giş destê hev bigirin. Mafê kurdan yê referandûmê jî divê bi çerçoveya hiqûqa navneteweyî “her netew xwediyê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye” bê nirxandin.

Li Odeya Dermanfiroşan li ser navê Înîsiyatîfê Dr. Ömer Faruk Gergerlioğlu got ku ew wekî tirkekî demokrat di vê baweriyê de ye ku mafê serxwebûnê divê neyê taloqkirin lewre wextê wê hatiye heta ku bi derengî ketiye û wisa domand:”Her çiqas em li vê derê dengan nedine jî divê em bandor li raya giştî ya tirk bikin ku ev mafê xwezayî bi girseyî bê nasîn. Bi ya min diyarkirina piştgiriya derûdorên tirk ên demokrat pir girîng e” Her wiha Gergerlioğlu got ku heta kurdên AKPyî jî ku hemû kiryarên partiya xwe erê dikin dibêjin çima AKP li dijî serxwebûnê derdikeve. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Batman Sêrt û Mûşê Adnan Bayhan jî got ku xeyala her kurdekî Kurdistaneke serbixwe ye û ew jî weke kurdekî xwediyê vê xeyalê ye û wisa dom kir:” Ez bawer nakim ku hikûmeta heyî ya Tirkiyeyê li dijî referandûma serxwebûnê be. Bo me kurdan cihê şanaziyê ye ku perçeyek ji Kurdistanê hatiye asta dewletbûnê. Em çavlirêya 25ê Îlonê ne û bo piştgir in û amade ne. Lewre tifaqa bi birayên Başûrî bo me jî girîng e, destkeftiya wan jî di heman demê de destkeftiyên me ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin