”Xatirê Xwedê nebe ‘Kurd’ !”

”Xatirê Xwedê nebe ‘Kurd’ !”

Kurdê ulkucu/faşîst yê Mûşî Zafer Çaglayan ku demek di hukimeta AKPê yê de Wezîrê Aborîyê bû navê wî di dawaye Reza Zarrab de derbas dibe.

A+A-

Kurdê ulkucu/faşîst yê Mûşî Zafer Çaglayan ku demek di hukimeta AKPê yê de Wezîrê Aborîyê bû navê wî di dawaye Reza Zarrab de derbas dibe.

Do (29.11.2017) mahkemeya hevwelatîyê Îran û Tirkiyê Reza Zarrab ku li Amerikayê girtîye, dest pê kir. Di mahkemeyê de Reza Zarrab îtîraf kirîye ku ew çawa û bi alîkarîya kê di bin navê "zêrfiroş" û "paqijkirina pereyên reş" de ambargoya ku DYA li dijî Îranê danîye xwestîye pûç bike; wezîr û rêvebirên bankayên Tirkiyê alîkarîya wî kirine ew jî bertîl daye wan. Yek ji wan wezîran jî Wezîrê Aborî yê wê demê Zafer Çaglayan e ku 45-50 milyon Euro, 7 milyon dolar bertîl wergirtîye û pê re şirîkayiyê kiriye.

Di sala 2012ê de DYA ji ber programa wê ya nuklerî li dijî Îranê amabrgo danibû.

Dema qaşo hukumeta AKPê di Tîrmeha 2009ê bin navê ‘Vekirina demoktîk’ de xwestibû pirsa kurd çareser bike; wê gavê kurdbûn di rewacê de bû, Wezîrê Abrorîyê Zafer Çaglayan jî bi aweyekî ji xwe razî beyanek dabû ku gotibû; ew jî ji alîyê bavê kurd e, ji Mûşê ye lê ew ulkucî ye û welatê xwe yê Tirkiye, alaya xwe tirk û dewleta xwe diparêze û li dijî kurdçûyan e. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin