Xatir Xwestin ji Kavlên Şernexê

Xatir Xwestin ji Kavlên Şernexê

Xatir Xwestin ji Kavlên Şernexê

A+A-

Evdirehmanê Gundikî

Di pêşîyê de bila serê malbata Osmanê Elî saxbe û bila cihê Mam Osmanê Elî Cineta Berînbe. Herwiha jî bila serê miletê Şernexê û hemî hevalên Mam Osmanî û miletê kurd jî saxbe. Mam Osman kesatîyekî kurd û Kurdistanî parêzê bê rawest û mandî nenasbû. Ez erkê xwe dizanim û divê ez bi çargotinên hevaltîya xwe û ya wî ya ji pêncî û pênc salên xebata xwe û ya wî bi rêzdarî pêkêşî miletê kurd bikim. Piştî vegera Serokê nemir Mistefa Barzabî ya  ji mahcirîya sîyasî zivirî başûrê Kurdistanê û destbi xebata çareserkirina pirsa kurd û Kuristanî kirî, Mam Osman ji ewan kesatîyên di destên pêşîyê de li herêma Botana mezin de bû, milê xwe li ser rêya rêbaza Barzanî dayî ber xebata netewî bû.

Ez di wê demê de xortekî şazde salî bûm û ez xortekî di berdestên xebatkar û şoreşgêrên ewê demê de dixebitîn. Malbata min di ewê demê de ez di nêva xebatê de dan pêş, ji wê demê û hirve têkilîyên min û Mam Osmanî li ser karmendîya xebata netewî bi hev re çêbû û heta roja Mam Osmanî xatirên xwe ji kavlên Şirnexa hatî kavilkirn xwesî.  Di ewan pêncî pênc salên borî de, gel hemî tangasîyan û fireyan jî min  ticarî  nedit ko rojekê bi tinê jî mam Osmanî xwe ji xebata xwe ya netewî sarkirîbe. Piştî dema ka dirêj ya  bê îrada me, em hinekê ji hevdu  dûrketîn û têkilîyên me bi rêya telefonan re çêdibû. Dûrketina me jî evebû ko piştî  derbeya eskerî ya  12, îlona 1980 ez mecbûrê derketina ji welatî bûm. Piştî ji hevdûrketina me ya dirêjîya sih û çar saln de, me hevdu li Başûrê Kurdistanê li Zaxoka rengîn hevdu tîtîbû.

Piştî derba eskerîya tirkan, Mam Osman bîst û nehcaran ditête girtin û di bin darên sizedanên zalimên tirkan re derbazdibe. Ew ducaran bi cida cida jî rasta xezeba jimtîmên tirkan dihêt û jimtimêm tirkan bi cîbên xwe didin ser Mam Osmanî û dixwezin wî bikujin; herdu teşkên wî dişkên û ew bi xafilqedayî ve ji kujtina jimtîman rizgardibe. Piştî min û wî hevdu li Kurdistana azad de dîtî û li ser pêçûngên bin milîve rêve diçû; ji bilî pîrbûn û siqetbûnê û pêve, ez rasta ti guhertinên li ser şeqsîyeta wî ya netewî çêbirîbin nehatim. Ew cardî Osmanê Elî bû û ew cardî,  şair û sîyaset medarê kurd û Kurdistanî bû. Zilim û zordarîyên dagirkeran ti tesîra xwe li ser xebatkarî û xwe ragirîya wî çênekirbû. Mam Osman kesatîyek yê wesan bû ko ewî bi hemî karînên xwe û malbata xwe ve rihê xwe û malbata xwe ji bo xebata netewî re kirîbû bexşîkar.   

Ez roja Îro ewê xemê dikêşîm ko piştî kavilkirina Şernexê, wî dixwest ew li Gundikê Melê di nêva zîyareta Milga Temtemoka gundikîyan de bi rex tenişta hevalên xwe yê xebatkarên xebata netewî ve bête veşartin, lê çi xwisaret tevlî ko tirba wî di Gundikê Melî hatîbû amadekirin jî dagirkerên welatî wî rê nedan wesyeta wî ya dûmayê jî ew gorayî daxwaza wî bête veşartin. Gorayî agehîyên min Mam Osman di Botanîyê de yê paşîyê ye ji wan xebatkarên nifşên min li jorê anî zimanî ye; xatirê xwe ji me dixwestî. Ez hivîdarim xebatkarên netewî dê ticaran neyên ji bîrkirin.  

Bila serê malbat û zaroyên mam Osmanî saxbe

Bila serê Botanîyê û Kurdistanîyê jî saxbe

Bila gora Mam Osmanî jî biheşt be.

29, 06, 2016     

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin