Xaça Sor a Navdewletî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de hişyarî da

Xaça Sor a Navdewletî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de hişyarî da

Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî derbarê xirabbûna rewşa Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin deshilata Rêveberîya Xweser de hişyarî da.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berpirsê Ofîsa Xaça Sor a Navdewletî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Kerîm Mehmûd ragihand, ku “bandorên şer, kêmbûna ava vexwarinê, kêmbûna xwarin û dermanan, kêmîya elektirîkê, xirabbûna rewşa aborî, jidestdana derfetên kar û zêdebûna bêkarîyê û bilindbûna nirxên kelûpelan, her wek koronayê cihê dilgiranîyê ne bo wan milyonan kesên ku li bakurê rojhilatê Sûrîyê dijîn.”

Herwiha Birêvebirê Şaxa Rojhilata Navîn a Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor Fabrizio Carbonî ragihand, ku metirsî heye krîza aborî li wan navçeyan aloztir bibe.

Fabrizio Carbonî herwiha got: “Metirsî heye krîzên kûr xirabtir bibin, ev yek di demekê de ye ku bala cîhanê li ser pandemîya koronayê ye.”

Xaça Sor dide zanîn, ku li navçeyên di destê Rêveberîya Xweser de, tenê 16 nexweşxane hene, ku ji wê hejmarê jî tenê nexweşxaneyek bi tevahî çalak e, û 8 ji wan nexweşxaneyan jî nîvenîv çalak in, di demekê de ku yên din çalak nînin û xizmetguzarîyên tendirustî têde nayên pêşkêşkirin.

Hişyarîya komîteya navdewletî ya Xaça Sor di demekê de ye, ku ew xalên sînorî yên ku di rêya wan re kelûpelên xwarinê û pêwîstîyên din ên alîkarîyên navdewletî digihîştin nav Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê, hatine kêmkirin, wek mînak êdî ji derîyê sînorî yê Til Koçer re ti alîkarîyên navdewletî nayên şandin.

Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, di civîna xwe ya destpêka îsal de biryar dabû, ku hejmara wan derîyên sînorî ji 4 derîyan ve bo 2 derîyan kêm bike, ku di rêya wan re alîkarîyên mirovî yên navdewletî bo Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê dihatin şandin.

Ragirtina şandina alîkarîyên mirovî di rêya derîyê sînorî yê Til Koçer re bandorek mezin a neyênî li ser mnavçeyên di bin kontrola Rêveberîya Xweser de habûye.

Programa Xorakê ya Cîhanî amaje bi wê yekê dike, ku zêdetirî %50 ji xelkê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) de, xoraka pêwîst nînin û sedema sereke ya wê rewşê jî vegerandîye bo wan şerên ku di çend salên bihorî de li navçeyê hebûye.

Berdevka Programa Xorakê ya Cîhanî, Jessica Lawson dibêje: “Hejmareke zêde ya xelkê wê navçeyê çendîn car in ku aware bûne û piranîya deman jî kelûpel û pêwîstîyên wan hatine jinavbirin an hatine talankirin, wê yekê jî bandoreke mezin a neyênî li ser rewşa jîyanê li wê navçeyê hebûye.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin