WIKILeaks li Tirkiyê hate qedexekirin

WIKILeaks li Tirkiyê hate qedexekirin

Li gor HDN-ê nêzîka 300,000 email ku tê bawer kirin yên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ne, li ser malpera WIKILeakê hatine weşandin.

A+A-


 

Malpera rojnameya Hurriyet Daily Newsê (HDN) li ser internetê destnîşan dike ku dezgeha Tirkiyê jibo çavdêriya internetê derbasbûna (access) malpera WIKILeaksê li welat bloke kir.

Dezgeha peywendiyên telkomonîkaşonê ku mîna (TIB) tê naskirin lê mukur hat ku "biriyareka admenestratîv" dijî "websita" rêxistina navdar hatiye standin.

Li gor HDN-ê nêzîka 300,000 email ku tê bawer kirin yên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ne, li ser malpera WIKILeakê hatine weşandin.

Weke ku Malpera Nû amaje pêkiribû, rexistina Julian Assange duh li ser acountê xwe yê twitterê wisa nivîasandibû: "Xwe jibo şer amade bikin dema ku em bêhtir ji 100,000 dokumentî li ser strukturên desthilata siyasî li Tirkiyê eşkere bikin."  

(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin