WHO: Heya Sibatê dê 500 hezar kesên din li Ewropayê bi Coronayê bimirin

WHO: Heya Sibatê dê 500 hezar kesên din li Ewropayê bi Coronayê bimirin

.

A+A-

 Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) hişyariyê dide welatên Ewropayê û dibêje, dê Ewropa careke din bibe navenda pêketin û mirina bi Covid-19 û tekez dike, heya meha Sibata sala 2022an dê 500 hezar kesên din li Ewropayê bi vîrusa coronayê canê xwe ji dest bidin.

Serokê beşa Ewropa ya WHO, Dr. Hans Kluge di konfernaseke rojnamevanî de li Cenevê ragihand, li Ewropa û Asyaya Navîn her welat li hember şewba ku bandora wê zêde bûye, têdikoşe û got, “Rewşa heyî ya li 53 welatan di nava fikar û xeteriyeke mezin de ye.”

Kluge destnîşan kir ku hefteya borî li Ewropa û Asyaya Navîn 1,8 milyon haletên nû û 24 hezar mirinên nû hatine tomarkirin û diyar kir ku li gor hefteya borî pêketina bi Covid-19 ji sedî 6 û rêjeya mirinê jî ji sedî 12 zêde bûye.

Kluge destnîşan kir ku ji sedê 59ê pêketina bi coronayê li cîhanê û ji sedî 48ê mirinan jî li van her du herêman e û hişyarî da, ku pêwîste taktîkên rûbirûbûna coronayê bên guherandin, bi awayekî ku ji karvendana piştî pêketina bi coronayê, siyasta rêgirtin li pêşektinê bidin pêş. 

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO), Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus jî di heman demê de li ser newekheviya derzîlêdana gerdûnî axivî û bang li hilberînerên derzîlêdana Covid-19 kir ku giringî bidin Bernameya Gihîştina Gerdûnî ya Vaksînlêdanên Covid-19 (COVAX).

WHO herwiha radighîne ku di çend mehên derbasbûyî de rêjeya wergirtina vaksînê li beşek ji welatên Ewropayê sist bûye.

Rêveberê Giştî yê WHO diyar jî kir ku divê êdî derzî neyên şandin welatên ku ji sedî 40ê nifûsa wan vaksîn wergirtine û got, “Em bang li hilberînerên derzîlêdanê yên di Lîsteya Bikaranînê ya Lezgîn a WHO de dikin ku ne berjewendiya darayî lê COVAX bidin pêş.”

Dr. Tedros Adhanom destnîşan kir ku pejirandina WHO ya ji bo karanîna awarte ya derziya COVAX ku li Hindistanê hatî hilberandin, gavek e ku piştgirî dide wekheviya derziyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin