WHO: Bila bernameyên Noel û serê salê betal bibin

WHO: Bila bernameyên Noel û serê salê betal bibin

.

A+A-

Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesusî gotiye: “Betalkirina bernameyekê, ji betalkirina jiyanekê baştir e.”

Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesusî li Cenêvê ji rojnamegeran re gotiye, ji ber varyanta Omicronê ya Covid-19ê li seranserê cîhanê hejmara nexweşan zêde dibe û xwestiye bernameyên pîrozbahiyê û betlaneyên Noel û serê salê betal bibin.

Dr. Ghebreyesusî diyar kiriye ku, kombûn wê li gelek deveran "bibe sedema zêdebûna nexweşan, barekê giran bikeve ser milê sîstema tenduristiyê û zêdetir mirinan.”

Dr. Ghebreyesusî bi berdewamî destnîşan kiriye û gotiye "Ev di hin rewşan de dibe ku were wateya betalkirin an jî taloqkirinê. Betalkirina bernameyekê ji betalkirina jiyanekê baştir e.”

Ji bo kesên nexweş bûne xeter e

Serokê gotiye varyanta Omicronê ji varyanta Deltayê bileztir belav dibe û kesên derzî li xwe xistine an jî bi nexweşiya Covid-19ê ketine, dibe sedema enfeksiyonan.

Dr. Ghebreyesusî diyar kiriye ku divê heta nîvê sala pêş hemû welat ji sedî 79yî serjimara xwe derzî bikin û bi vî awayî dikarin di sala 2022an de pandemiyê bidawî bikin.

Her weha gotiye, divê Çîn derbarê çavkaniya vîrusê de daneyan aşkere bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin