Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê li ser Efrînê civiyan

Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê li ser Efrînê civiyan

Wezîrên Berevaniyê yên Hevpeymaniya Bakurê Atlantîkê (NATO) civiyan û bi hurgilî li ser rewşa Efrînê û êrîşên Artêşa Tirkiyê bo ser wî bajarê Rojavayê Kurdistanê rawestiyan.

A+A-

Rûdawê ji Sekreterê Giştê yê NATOyê Jens Stoltenberg pirsî: “Hun ê di civînên xwe de pirsa rewşa Efrînê ji Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê yan jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê û endamên din ên NATOyê bikin?”

 

Sekreterê Giştê yê NATOyê Jens Stoltenberg, destpêkê bal kişand ser rola NATOyê di şerê DAIŞê de û paşê eşkere kir ku Tirkiye û Amerîka mijara Efrînê gotûbêj dikin.

 

Stoltenberg wiha axifî: “Li bakurê Sûriyê ti hêzeke bejayî nîne, hinek nîgeraniyên rewa yên Tirkiyê hene. Ti endamekî NATOyê ji ber êrîşên terorîstî bi qasî Tirkiyê nerihetî nedîtiye. Em hêvîdar in Tirkiye û Amerîka bi awayekî maqûl vê pirsê çareser bikin. Wek min got; hêza NATOyê li wê navçeyê nîne, herwiha derbarê operasyona Çiqlê Zeytûnê de Tirkiye zanyariyan dide NATOyê, em hêvîdar in Tirkiye li ser dana van zanyariyên derbarê operasyonê de berdewam be.”

 

Almanya piştrast dike ku ti rola NATOyê di operasyona Efrînê de nîne, lê di ajendeya civînan de heye. Li ser heman mijarê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von Der Leyen, got: “Ez, li wê derê ti rolekî bo NATOyê nabînim, lê bêguman wê rewşê em nîgeran kirine û evna jî beşek in ji wan danûstandinên tên kirin.”

 

Wezîrên Berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê civiyan û di deriyê taybet ê avahiya NATOyê re derketin. Tişta li ser axifî ne niha nediyar e, lê dibe ku di rojên dahatû de li eniyên şer bê dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin