Wezîrê Tirk li Çolemergê kurdan tehdît kir!

Wezîrê Tirk li Çolemergê kurdan tehdît kir!

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylu tevî Fermandarê Jendirmeyên Giştî Yaşar Guler û Serokê Giştî yê Emnîya Tirk Selamî Altinok seredana wilayeta Çolemergê ya Kurdistanê kir

A+A-

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylu tevî Fermandarê Jendirmeyên Giştî Yaşar Guler û Serokê Giştî yê Emnîya Tirk Selamî Altinok di 1312.2016ê de seredana wilayeta Çolemergê ya Kurdistanê kiriye û gotîye; PKK ber bi dawîya xwe ve diçe, alîkarîya wan bi xelkê heye û ji xelkê xwestîye ew îxbara sempatîzanên PKKê ji polis û cendrimeyan re bikin.

Û herweha gotîye; ew ê cerdevanên ku emrê wan li ser 50î ne bikin teqewûd û dê 20 hezar cerdevanên nû bigrin. Û herweha esnafên bajêr jî zîyaret kiriye û pesnê xurtbûna dewleta xwe û alaya xwe kiriye.

Wezîrê Tirk bi jendirme û emnîyeta xwe serdana bajarê herî paşdemayî yê ‘Tirkiyê’ ku kurdayetî li wir herî xwezayî ye kir û propaganadaya dewleta xwe kir. Werxuya ye ev wezîrê nû yê navxweyî yê Tirk nizane ku berê PKKê hin tunebû, dewleta wî li vî bajarî tatbîqat li dar dixist ku çawa kurdan ji ortê rake. Yek ji wan tetbîqatan tatbîqata bi navê ‘Kanatli J- 78 Tatbîqatî’ bû ku di 13ê Îlona 1978ê de li dar ketibû û prova dikirin çawa kurdan qir bikin.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin