Wezaretên Pêşmerge û Berevaniya Iraqê dest bi civînan dikin

Wezaretên Pêşmerge û Berevaniya Iraqê dest bi civînan dikin

Di demeke nêzîk de civînên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de dest pê dikin.

A+A-

Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê, Lîwa Tehsîn Xefacî ragihand, di demeke nêzîk de, dê gotûbêjên di navbera Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge de dest pê bikin, lê heya niha bi fermî dema destpêkirinê nehatiye destnîşankirin.

 

Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê diyar kir, herdu wezaretan planên xwe pêşkêş kirine, niha amadekariyên teknîkî ji bo bingeheke destpêkirina civînan têne kirin.

 

Bi gotina Lîwa Tehsîn Xefacî, peywendî û hemahengiya herdu wezaretên Iraqê û Kurdistanê jî berdewam in.

 

Derbarê serdana şanda Wezareta Pêşmerge bo Bexdayê de jî, Lîwa Tehsîn Xefacî tekez kir ku heya niha ti demek bo wê serdanê nehatiye destnîşankirin, lê her dema ew şand serdana Bexdayê bike, Wezareta Berevaniya Iraqê dê pêşwaziyê lê bike.

 

Herdu aliyên hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hewl didin piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, peywendiyên navbera xwe asayî bikin û di wê çarçoveyê de heta niha çend civîn di navbera şandên herdu aliyan de, him li Bexdayê û him li Hewlêrê hatine kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin