Wezareta Pêşmerge bersiva Wezîrê Berevaniya Tirkiyê da

Wezareta Pêşmerge bersiva Wezîrê Berevaniya Tirkiyê da

.

A+A-

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, bersiva Wezîrê Berevaniya Tirkiyê da û tekez kir, “înkarkirina navê Kurdistanê, cihê matmayîna me ye.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, berî çend rojan di daxuyaniyekê de îddîa kiribû ku ne li nava sînorên Tirkiyê û ne jî li derveyî Tirkiyê cihek bi navê Kurdistanê tune ye.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro, li ser van gotinên Hulusî Akar daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe derbirî.

Wezareta Pêşmerge dibêje, “Gotinên Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ên înkarkirina Kurdistanê cihê matmayîna me ye. Ji bo me cihê pirsyarê ye, kesekî di pêgeheke fermî ya dewletê de rê bi xwe bide înkara rastiyeke dîrokî, demografî û cografî bike ku di rastiyê de wî bi xwe jî bawerî pê nîne.”

Wezareta Pêşmerge amaje bi serdana Hulusî Akar a bo Başûrê Kurdistanê jî dike û dipirse, “Wî birêzî bi xwe jî serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Gelo ji me re nabêje, ew herêma serdana wê kiriye ku der e û navê wê çi ye?”

Herwiha di daxuniya Wezaretê de hatiye, “Eger ev birêz (Akar), gumana wî ji hebûna cografî ya Kurdistanê hebe, bila li belgename û dîroka Osmaniyan binêre, wê demê dê bibîne ka Kurdistan heye an nîne!”

Wezareta Pêşmerge di dawiya daxuyaniyê de tekez dike, “Hişmendiya înkarkirina miletekê û cografyayê wî, her tim çavkaniya pirsgirêk û girîftan bûye û nagihije ti encamekê.”

Gotinên Hulusî Akar

Roja 16ê Mijdara 2021an di çarçoveya gotûbêjên Komisyona Plan û Budceya Tirkiyê ya sala 2022ê de, bi amadebûna Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, gotûbêj derbarê budceya Berevaniyê ya Tirkiyê de hat kirin.

Parlamentera HDPê ya Edenê Tulay Hatimogullari di civînê de daxwaz kir ku derbarê îddîayên bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dijî gerîlayên PKKê li Herêma Kurdistanê, lêkolîn bê kirin.

Tulay Hatimogullari got, “Ez jî dixwazim behsa çend xalan bikim. Bi taybetî di vê dema dawî de li Herêma Kurdistana Federal, tê îdîakirin ku çeka kîmyayî û gaza rondikrêj hatine bikaranîn. Yên ku vê îdîayê dikin, rojnamevan, rewşenbîr, nivîskarên Ewropî, Iraqî û kesên sivîl in.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê îddîa kir, “Di nav depoyên hêzên çekdar ên Tirkiyê de, li ti yekeyeke artêşa Tirkiyê qet û qet, bi ti awayekî gaz an çeka kîmyayî nîne. Ne hatiye kirîn, ne hatiye anîn û ne jî hatiye bikaranîn. Tiştekî wiha nîne.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê li ser bikaranîna peyva Kurdistanê ji aliyê wê parlamentera HDPê ve ku amaje bi Herêma Kurdistana Federal da, nerazîbûn nîşan da û got, “Li Tirkiyê yan li derveyî Tirkiyê ti herêmeke cografî bi navê Kurdistanê nîne.”

Parlamenterê HDPê yê Amedê Garo Paylan, Herêma Kurdistanê bibîr xist û ji Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê pirsî? Kurdistana Iraqê nîne? Hulusi Akar wek bersiv got, “Nexêr.”

Akar Çileya îsal serdana Herêma Kurdistanê kiribû

Ev gotinên Akar di demekê dene ku di salên destpêka damezrandina AKPê de, Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomarê niha yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, ji ber înkarkirina hebûna Kurdistanê bi dijwarî rexne li CHP û MHPê digirt û tomarên dîrokî bibîr dixistin.

Recep Tayyip Erdogan wê demê gotibû, “Em peyva Kurdistanê di tomarên parlamentoyê de dibînin. Hinekî vegerin serdema Osmaniyan. Dibînin ku başûrê rojhilatê Anadolê, Eyaleta Kurdistanê ye.”

Lêbelê piştî têkçûna proseya çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê, axaftinên Erdogan guherîn, lê dibêje ku Kurdistan li Iraqê heye.

Erdogan derbarê vê yekê de pêştir ragihandibû,“Herêmek bi navê Kurdistanê li Tirkiyê nîne. Eger gelek ji Kurdistanê hez dikî, li bakurê Iraqê Kurdistan heye, biçe wê derê.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar, Çileya îsal serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşwazîkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin