Wezareta Perwerdê: Divê Sonda Xwendekaran nemîne

Wezareta Perwerdê: Divê Sonda Xwendekaran nemîne

Wezerate Perwerda Netewî ya Tirkiyê, ji Dadgeha Bilind xwest ku biryara xwe ya Sonda Xwendekaran, rawestîne.

A+A-

Biryara Dadgeha Bilind a 8emîn, ku xwestibû Sonda Xwendekaran di dibistanên seretayî de were xwendin. Ji bo betalkirina wê jî, Wezareta Perwerdê jî, kete nav liv û tevgerê.

Ev daxwaza Wezareta Perwerdê, ji aliyê Dadageha Bilind ve dê were şîrovekirin û paşê dê biryarekê li ser bide.

Ev daxwaza Wezareta Perwerdê, piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan hate kirin ku gotibû: “Ez ji Sirûda Netewî pê ve, ti sondeke din nas nakim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin