"Wexta îlankirina serxwebûnê hatîye û bihurîye jî"

"Wexta îlankirina serxwebûnê hatîye û bihurîye jî"

Serxwebûna başûrê Kurdistanê, ji bo man an nemana gelê me, ne bes pêwîstîyeke, herweha zerûrîyeteke jî

A+A-

Hevpeyvîna Basnewsê li gel serokê PAKê Mistefa Ozçelîk 

Bas: Hûn pêkanîna referandomê çawa dinirxînin? 

Mistefa Ozçelîk: Biryara referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê, biryareke meşrû ye serxwebûn êdî ji daxwazeke sîyasî bihurî ye; bûye yekane rê ji bo berdewamîya jiyana gelê başûrê Kurdistanê. Rejîma Bexdayê di van çend salên dawî de, bi hemû siyaset û kiryarên xwe ve, sîstema federalîyê binpê kir, tune hesiband. Xala Destûra Iraqê ya 140î bicîh nekir, budçeya Herêma Kurdistanê birî, pêwistîyen hêza pêşmerge wekî wazîfeya Hikûmeta Bexdayê nedît, Herêma Kurdistanê ne wekî şirîkekî xwe, wekî bajarekî  ku  girêdayî Bexdayê ye dît. Bexdayê xwest gelê Kurdistanê bi qeyrana aborî hêsîr bistîne, bişkîne.

Ev rewşa ku di encama siyaseta Bexdayê de rûdaye, ji xeynî serxwebûnê tu rê ji gelê başûrê Kurdistanê re nehiştîye. Gelê Kurdistanê yan  di nav qeyrana aborî û di nav ablûkaya Bexdayê de dê pêşeroja xwe jî wenda bike, yan jî dê bêje ‘’êdî bes e’’ û li îroya xwe jî, li pêşeroja xwe jî xwedî derkeve. Yekane rêya vê jî  referandûma serxwebûnê û îlan kirina serixwebûnê ye.

50 Milyon Kurdên cîhanê, hemû gel , ol û mezhebên ku Kurdistanê weke welatê xwe dibînin, divê bi kampanyayeke berfireh piştgirîya vê referandûmê bikin.

Serxwebûna başûrê Kurdistanê destpêka azadîya her perçeyekî Kurdistanê ye. Bi serxwebûna Kurdistanê, hest û bîr û bawerîya Kurdan ya netewî û ya dewletbûnê dê xurtitir û geştir bibe.

Bas: Di baweriya we de  dem hatiye ji bo serixwebûna Kurdistanê?

Mistefa Ozçelîk: Serxwebûna Başûrê Kurdistanê wekî zarokekî di zikê dîya xwe de ji 9 mehî bihurî ye. Êdî rê li ber girtina vê welidandinê dê jiyana zarokî jî ya dayikê jî bixe xeterîyê. Serxwebûna başûrê Kurdistanê, ji bo man an nemana gelê me, ne bes pêwîstîyeke, herweha zerûrîyeteke jî.

Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel hemû pirisgirêkên xwe yên sîyasî, aborî, îdarî jî, îspat kirîye ku dikare weke dewletekê xwe birêve bibe.

Başûrê Kurdistanê bi xaza xwe ya tebiî, bi neftê, bi ava xwe, bi potansîyela zîreet, heywancîtî û tûrîzima xwe dikare deh welatên wekî başûrê Kurdistanê bi awayekî rêk û pêk û bi jiyaneke dewlemend xwedî bike.Ya girîng ewe ku ev çavkanî gişt bi bernameyeke zanistî bêne organîze kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê  ji sala 1991ê û heta îro, li gel pirsgirêkên navxweyî û li gel cudabûna hinek hêzên di nav partîyan de jî,  xwe bi xwe birêve dibe. Gelek dezgehên dewletbûnê hatine damezrandin û bi van dezgehan jiyan tê birêvebirin. Li gelek dewletên Efrîqa, Asya û Rojhilata Navîn nêvîyê van dezgehana jî tune ye. 

Tu dewletan berîya ku wekî dewleteke serbxwe bêne îlan kirin, bingeheke weha xurt ya dewletbûnê ava nekirine. Dezgehên dewletbûnê di eslê xwe de piştî ilan kirina dewletbûnê tên ava kirin. Armancake esasî ya serxwebûn û dewletbûnê jî ewe ku tu bikaribe dezgehên xwe yên daîmî, yên dewletbûnê  ava bike.

Ji ber vê yekê jî, bi ya min, bi vî halî xwe yê heyî jî Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ji gelek dewletên heyî yên cîhanê zêdetir bêhna dewletbûnê jê tê, rengê dewletbûnê lê dikeve.

Başûrê Kurdistanê amadeyî serxwebûnê ye û wexta îlan kirina serixwebûnê hatîye û bihurîye jî.

Bas: Helwesta Tûrkiyê ji bo pêkanîna referandomê çawa dinirxînin?

Mistefa Ozçelîk: Helwesta Tirkîyê ya dîyar kirina nerazîbûna xwe ya di derbarê referandûma serxwebûnê de, helwesteke xelet e. TIrkiye peywendîyên wê li gel Herêma Kurdistanê baş e; û divê van peywendîyan weke du alîyên wekhev bidomîne. Helbete ku, Tirkîyê  jî, Amerîka, Almanya û gelek dewletên din jî, bi awayekî dîplomatîk, gotin ‘’em li gel Iraqeke yekgirtî ne’’. Lê di eslê xwe de hemû dewlet jî dizanin ku bi navê ‘’Iraq’’ê  tu dewlet nemaye. Iraq bes li ser kaxezê maye. BI ya me gava ji referandûma serxwebûn derkeve û ji bo îlan kirina serxwebûnê nexşe rêyek bê danîn; hema hema hemû dewletên cîhanê  dê serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin. HIkûmet û Parlamentoya Kurdistanê divê bi hemû hewlên xwe ve bikaribin Bexdayê qani bike ku wekî nimûneya Çek û Slowakan, bi rêyên aştîyane, wekî du dewletên cîran hevdu qebûl bikin.Ev pêk bê, dê tu dewlet nikaribin bi tu awayî helwesteke neyênî li dijî serixwebûnê deynin.

Lê aşkere ye, ji ber ku serixwebûna başûrê Kurdistanê dê rêya azadî û serixwebûna perçeyên din yên Kurdistanê jî veke, Îran, Tirkîye û Sûrîye jî dikevin nav tasewasekê, telaş û tirsekê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin