Weşangerîya kurdî saleke çawa li dû xwe hişt?

Weşangerîya kurdî saleke çawa li dû xwe hişt?

Weşangerîya kurdî li hêlekê bi qedexekirin, astengî û pirsgirêkên din re mijûl dibe, li hêlekê jî hewl dide pirtûkên xwe bêhtir bigihînin xwendevanan.

A+A-

Ferid Demirel

Di sala 2019an de weşangerîya kurdî/kurdan li Tirkîyeyê di çi rewşê de bû? Weşangeran pêvajoya weşandin, belavkirin û danasînê ya pirtûkan bi çi awayî bi rê ve birin? Zehmetî yan jî astengî li ber wan derketin an na? Pêşbînîyên wan ên derbarê sala nû de çi ne?

Ji Weşanxaneya Lîsê Lal Laleş, ji Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk, ji Weşanxaneya Avestayê Abdûllah Keskîn û ji Weşanxaneya Peywendê Davut Ozalpî bersiva van pirsan dan.

Lal Laleş: Problema herî mezin danûstandina nivîskar û xwîneran e

"Ji bo me sal baş derbas bû. Gelek berhemên ku me dixwest me çap kir û belav kir. Ji bo pêşerojê me plansazîyeke berfireh amade kirîye. Di vê plansazîyê de wê nivîskar û xwînêr bigihên hev û danûstandinê bikin.

Di demên pêş de em ê li Amedê cihekî bi navê Wêjegehê vekin. Em dixwazin nivîskar û xwendevan li vir werin ba hev.

Sala 2020an weke şahî û pîrozkikirina 15 salîya Lîsê ye. Em ê bi bername û berheman pîroz bikin.

Bi min problema herî mezin danûstandina nivîskar û xwîneran e. Di warê weşangerîyê de pirsgirêkên herî mezin danasîn û reklam e. Çiqasî weşangerîya kurdî bûye weşangerî?

Raje heman raje ye. Alav û derfetên belavkirinê kêm in. Çapkirina berheman ji hêla aborîyê ve zehmet e. Astengîya herî mezin di warê danasîn, belavkirin û danûstandina di navbera niviskar û xwîneran de ye."

Suleyman Çevîk: Di du sê mehên dawîyê de rewş baş bû

"Çend salên dawîyê, piştî ku pêvajoya çareserîyê qedîya qels bû eleqe. Pîyase zêde zêde ketibû. Em beşdarî fûaran bûn. Lê balkêş e rêjeya xwendevanên fûaran kêm nebûbû.

Digel ku di salên dawîyê de eleqe qels bû jî, di çend mehên dawîyê de hinekî rewş baştir bû. Hereketek çêbû. Weke ku xwendevanan ew tirs li ser xwe avêtine.

 Me di vê salê de gelek pirtûk çap kirin. Em beşdarî 7-8 fûaran bûn. Berîya her fûarê me pirtûkên nû çap kirin.

Bi giştî dema di warê sîyasî de zext li ser sîyasetmedaran çêdibû, bandoreke neyênî li ser xwendevanan jî çêdibû. Ji ber wê ye ku eleqe kêm dibe."

Abdulah Keskîn: Tirs serdest bûye

"Du salên dawî ez bi giştî ji bo weşangerîya kurdî xerab dibînim. 2007/2008 heta 2015an her sal bi rêk û pêk hem jimara kitêban zêde dibû hem fûar zêde dibûn. Beşdarîya xwendevanan, firotina kitêban belavkirina wan zêde dibû.

Piştî 2015an, nexasim 2016an, piştî şerê bajaran, ew grafîk berevajî bû. Êdî ber bi jêr ve dihat. Van du salên dawî, par û îsal, di nav sal û nîvê de 14 kitêbên me hatin qedexekerin. Li fûaran, bajarên Kurdistanê û cihên din astengî derxistin ji bo em beşdar nebin.

Bi ser wan de krîza aborî hat. Wê tesîreke gelek xirab li ser weşangerîyê kir. Em mecrûb man me programa dabû ber xwe, hêdî hêdi beş in jê texîr bikin ji bo salên pêş.

Tenê ji ber bi kurdî peyivîne çiqas insan rastî êrîşê hatine. Ev ne weke behane ye. Lê meseleyek pir cidî ye. Tu bi zimanekî weşanê dikî ku insan tenê ji bo çend gotinan, ji bo stranekê bi wî zimanî dibêjin tên birîndarkirin. Heta tên kuştin. Avesta 24 salîya wê ye îsal. Tirsa heyî di van 24 salan de nehatîye dîtin. Ez hêvîdarim bo salên pêş ev qedexeyên keyfî, ev sîyaseta dewletê, ji sîyaseta dewletê talûketir jî helwesta xelkê normal a li hember axavtina zimanê kurdî bi dawî bibe."

Davut Ozalp: “Gelek rê li ber me heye”

"Weşangerîya kurdî sala 2019an, li gor 2018an piçek din baş derbas kir. Hem ji hêla hejmara çapbûna pirtûkan ve, hem jî ji hêla firotinê ve. Wek weşanxane Peywendê jî salek xweş li du xwe hişt. Eleqeya ji bo berhemên kurdî yên derheq teorîya edebîyatê de, wek salên berê, îsal jî bêhtir hebû bo berhemên Peywendê.

Bi giştî geşedanek heye ji hêla kalîteyê de. Ji hêla eleqeyê ve jî wisa. Helbet di vir de tişta em pîvan digirin salên me yên borî ne. Ango rewşa me ya berê ye. Dema ku em realiteya xwe li ber çavan digirin rewş ev e, geşedanek heye.

Lêbelê ku em li gor xelkên pêşketî li halê xwe binêrin, pêşketinên li bal me ne tiştek e. Lewra hejmara hemû kitabên kurdî yên di salek de tên firotin li gor min hê bi qasî yek pirtûkek populer ya tirkî nîn e. Ev bi serê xwe rewşa me nîşan dide. Loma jî gelek rê li ber me heye ku em bigihijin rewşeke normal."

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin