Welatperwerê Kurd Hemîd Kiliçaslan li Qoserê Bi Axê Hate Sipartin

Welatperwerê Kurd Hemîd Kiliçaslan li Qoserê Bi Axê Hate Sipartin

.

A+A-

Welatperwerê Kurd , Berdevkê PDK-Bakur Hemîd Kiliçaslan(Hemîdê Simeîl Axa) roja 27.11.2020an li nexweşxaneya Enqereyê ji ber nexweşîya Koronayê koça dawî kir.

Cenazeyê birêz Hemîd Kiliçaslan di roja 28.11.2020an de bi balafirê gihîşt Amedê, paşê jî bi konvoyeke otomobîlan gihîşte Qoserê gundê Dêrika Simeîl Axa.

Her çiqas ji ber tedbîrên koronayê , malbata Hemîd Kiliçaslan nidixwestin zêde qelebalixî çêbibibe jî, bi sedan welatperwerên Kurd beşdarî merasîma cenazeyê Hemîd Kiliçalan bûn.

Mezelê Hemîd Kiliçaslan bi Ala Kurdistanê hate pêçan.

Li ser mezelî li ser navê PDK-Bakur Avukat Ridwan Dalmiş , Sîyasetmedarê Kurd Mehmet Can Azbay û nûnerê PDK-Syê Mehmûd Remo axaftin kirin. Hersê axaftvan jî di derbarê jîyan û têkoşîna Hemîd Kiliçaslan de axaftin.

Endamê Meclîsa PAKê Eyup Alacabey jî hem li ser navê PAKê, wek Nûnerê Seroke Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û wek hevalekî Hemîd Kiliçaslan di derbarê xebat û jîyana Hemîd Kiliçaslan de axivî.

Li ser navê Seroke Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik çelengeke desteyek gul hate danîn li ser mezelê Hemîd Kiliçaslan.

Merasîma cenazeyê sîyasetmedar, rewşenbîr, zimanzanê Kurd , Berdevkê PDK-Bakur Hemîd Kiliçaslan ji alîyê telewîzyonên Kurdan jî bi zindî hate belav kirin.

Rêvebir û endamên PAKê yên Teşkîlata Mêrdînê û Teşkîlata Amedê jî beşdarî merasîma cenazeyê Hemîd Kiliçaslan bûn.

2-127.jpg

1-128.jpg6-056.jpg1-127.jpg4-094.jpgwhatsapp-image-2020-11-28-at-16-22-05.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin