Welatê ku jiyana karî herî kin e, Tirkiye ye

Welatê ku jiyana karî herî kin e, Tirkiye ye

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî li Ewropayê jiyana karî her ku diçe dirêj dibe û dirêjtirîn jiyana kar û xebatê, li welatên Bakurê Ewropayê ye.

A+A-

Neteweyên Yekgirtî, raportek di derbarê jinana kar û xebatê li Ewropayê amade kir. Li gor daneyên sala 2017an, li Ewropayê jiyana karî, her diçe dirêj dibe. Bi taybetî li Bakurê Ewropayê, ji sala 2000î ve, 3 sal dirêj bûye û gihîştiye 36 salan.

Li gor raportê, pêşbînî ev e ku ciwanek li Swêdê 41.7, li Holandayê jî 40.1 salan bixebite. 

Her wiha hate ragihandin di nav Yekîtiya Ewropayê de kintirîn jiyana karkirinê li Îtalyayê ye. Li îtalyayê mirovek 31.6 salan kar dike.

Hate gotin, kintirîn jiyana karkirinê, li Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyê mirovek bi texmînî 29 salan kar dike. Lê hate gotin ev îstatîstîk li gor daneyên fermî hatiye amadekirin û karên netomarkirî ne têde ne. 

Herwiha, dirêjahiya karî ya jin û mêran jî cihê ye. Li tevahiya Ewropayê jinek, 33 salên xwe bi karkirinê derbas dike lê ev hejmar bo mêran dirêj dibe û dibe 38 sal.

Li aliyekî din Koreya Başûr, bo kêmkirina saetên karkirinê, xebatan dike. 

Hate gotin Hikûmeya Koreya Başûr, bo kontrolkirina demjimêrên dirêj ên xebitînê, piştî saet 20.00an bi zorê, kompîturan bigire. Koreya Başûr û Japonya wek welatên ku saetên xebitînê pir dirêj in têne naskirin. Sala par, li Japonyayê kesekî bi navê Mîwa Sado ji ber mesaiya dirêj canê xwe ji dest dabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin