Wan: ”Serokeşîrên me li ber ‘dewleta xwe’ nin”

Wan: ”Serokeşîrên me li ber ‘dewleta xwe’ nin”

Di 9ê Cotmeha 2016ê de li Wanê li hotela Hiltonê ji 16 wilayetên Kurdistanê temsîldarên 181 eşîran civîyan.

A+A-

Di 9ê Cotmeha 2016ê de li Wanê li hotela Hiltonê ji 16 wilayetên Kurdistanê temsîldarên 181 eşîran civîyan. Li gor medyayê babeta civînê li ser terorê û îddîaya alîkarîya ingilizan ku goya ingilîz pere dane eşîrên kurdan ku ew darbeyekê din çê bikin. Wek dihê zanîn di 15ê tîrmeha 2016ê de hewildana darbeyekê li paytaxta Anqerê hat li dar xistin lê bi ser neketibû.

Piştî civîna serekeşîran, daxuyanîya mişterek a civînê Serokeşîrê Ertoşî, Îskender Ertoşî xwendîye. Ertoşî gotiye; "Çawa ku di damezirandina Osmaniyan de heta niha bapîrên wan li hember dewletê sedaqata xwe nîşan dane û ew sedeqat nebûye mineqeşebar, ew jî li ser rêya bapîrên xwe ne û di biat û sedeqatê de qisûr nekirine û herfa “î” ya îxanet nebûye. Ew bi dewleta xwe û bi axa wê ve bi temamî yekbar in û ev yekbarîya wan bi izna Xwedê ilalebet dewam bike."

Di derbarê terorê de Ertoşî gotîye ku; "Di 40 salên derbasbûyî de teror herî pir zerar daye însanên wan yên herêmê. Îro îzaheta maqûl a PKK ya şerê çekdarî nemaye û eleqeya wê ya ku hêvî û bendewarîya însanên wan bi cî bîne tuneye"

Ertoşî herweha di beyana xwe de gotîye; "Wextê ew li tarîxê dinêrin ew kesên ku li vir in bapîrên wan di sala 1890î de ji bo parastina welêt di nav Alayan Hemîdiyeyê de cî stendine. Ew wek eşîr û rûsipî li gel hizur, aştî û birayetîyê ne. Di vî warî de barê ku bikeve ser milê wan ew ê hilgirin."  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin