“Wan hezaran ji me kuştin, ew zanibûn em bê pişt in”

“Wan hezaran ji me kuştin, ew zanibûn em bê pişt in”

Li welatên cûda yên Ewrûpayê Kurd 29.mîn salvegera komkujîya Helebçe bi bîr anîn

A+A-

Swed

Federasyona Komelyên Kurdistanê li Swedê (FKKS) di 16ê Adarê de 39mîn salvegera komkujîya Helepçe li Stockholmê li Dêra Adolf Fredriks bi bîr anî. Kurdo Baksî bîranînê birêve bir û gelek kes bêşdar bûn.

koro-007.jpg

 

bahoz-004.jpg

keya-010.jpg

Serokê FKKSê Keya Izol, Nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Swêdê Şoreş Kadir Rahem, nûnerê hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê Ali Juma, wezîrê Edalêtê yê Swêdê Morgan Johansson. Parlementera Partîya Liberal Birgitta Olsson, Parlamentera Partîya Xirisyandemokrat Desirée Pethrus, Parlamentera Partîya Çep, Seroka Netverka Swêd-Kurdistan li Parlemnetoya Swêdê Roza Hedin Guclu axifin.

Koroya Jinên Kurd û Bahoz û Baran bi stranên xwe reng dan birîanînê.

Starana Bahoz û Baran a li ser Helebçê; Ey wax dayê ey wax dayê; wan hezaran ji me kujtin, ew zanibûn em bê pişt in.

Herweha li Riksdagena/Meclîsa Swêdê jî bîranîna Helepçe hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Sosyaldemokrat û Seroka Tora Swêd-Kurdistan ya Meclîsê Roza Hedîn Guclu, parlamenterê Partiya Lîberal Fredrik Malm, Balyozê Iraqê yê Swêdê Bekir Fettah, Serokê FKKSê Keya Izol, Nûnerê KRG Şoreş Kadir Rehim axifin; Bahoz û Baran sitirîn.

Almanya

Li Berlinê li meydana bi navûdeng a Brandenburger Tor zêdetir 200 kes bêşdarê bîranîna Helebçê bûn; li ber pêşenga Helebçe bi axaftin û muzikê kurd vê roja reş bi bîr anîn!

berlin-004.jpg

Koln

Hêz û Partiyên her çar perçeyên Kurdistanê (Hevkarî) li Almanyayê, li bajarê Kolnê li “Bahnhofsvorplatz Westseite“yê .roja 16ê Adara 2017an bi minasebeta 29emîn salvegera jenosîda Helebçeyê çalakîya bibîranînê li dar xistin.

koln.jpg

Danimarka

Di16.03.2017 Ferderasîyona Komelên Kurd bi piştgirîya HEVKARÎ yê 29emîn salvegera Karesata Helebce û karesatên din yên li Kurdistanê bi civînekî matemînî bi bîr anî.
Bernameya civînê bi bixêrhatin û ji bo pakîya canê şehîdên Helebce û bi giştî yên Kurdistanê deqeyekî rêz girtinê destpê kir. Û dû re bi sirûda netewî domand.
Serokê Federasyonê Ednan Axacan gotarekî pêşkêş kir.
Herwiha bi dengê zîz ya bilûra Şoreş. helbestvan Dara, Zana (bi danîmarkî), Huseyîn û Bavê Ferhat bi helbestên xwe yên dilsoj carekî din karesata Helebce yê bibîrhanîn.
Piştê helbestan civîn di atmosferekî xemgînî de qedîya..

danmark.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin