Votel: Bo parastina hevpeymanên me planeke me heye

Votel: Bo parastina hevpeymanên me planeke me heye

Fermandarê CENTCOMê Joseph Votel, di Komîsyona Xizmetên Çekdarî ya Senatoyê de axivî û got divê ji Sûriyê gefek bo Tirkiyê nîn be û yek ji perçeyên planên me jî piarastina hevpeymanên me ye ku digel me şer kir.

A+A-

Joseph Votel beyî ku hurgiliyan eşkere bike got, yek ji perçeyên wan ên li Sûriyê jî tunebûna gefek li dijî Tirkiyê û parastina hevpeymanên wan ên li qadê ye ku digel wan şer kiriye.

Li ser pirsa qedexeya firrînê jî Votelî got ew hilbijêrên cuda cuda nîqaş dikin, lê ez vê hilbijêra ku em li ser nîqaşdikin, weke 'qedexeya firrînê' bi nav nakim.

Votelî diyar kir divê fişara li ser DAIŞê berdewam be û di dest wan de qadeke bi 51 kîlomtrekareyî mane ku heta vekişîna hêzên Amerîkî, wê DAIŞ xaka di dest xwe de giş ji dest bide. Lê, digel ku DAIŞ belav bûye, dikare cardin bi xwe ve were û ji ber vê jî divê Hevpeyman timî hişyar be.

Votelî herwiha diyar kir, beriya eşkerekirinê, haya wî ji biryara vekişînê nîn bû û beyî ku pê re bişêwirin ev biryar hatiye wergirtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin