UNICEF: Li cîhanê zarok herî zêde li Afganistanê dimirin

UNICEF: Li cîhanê zarok herî zêde li Afganistanê dimirin

.

A+A-

Di nava 16 salan de li Afganistanê ji ber bûyerên tûndkariyê 28 hezar û 500 zarok mirine û birîndar bûne.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihandiye ku Afganistan ji 2005an heta niha li cîhanê welatê ku herî zêde lê mirina zarokan pêk tê ye.

Di nava 16 salan de li Afganistanê ji ber bûyerên tûndkariyê 28 hezar û 500 zarok mirine û birîndar bûne.

Li gorî UNICEFê ev hejmar ji sedî 27ê mirina zarokan a li cîhanê ye.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku divê hemû hewldan ji bo parastina zarokên cîhanê û bi taybet li Afganistanê ji tûndkariyê werin kirin. Di 6 mehên destpêkê yên sala 2021ê de li wî welatî di bûyerên şer û tûndkariyê de zêdeyî 460 zarok mirine, bi sedan jî birîndar bûn in. Di vê navberê de, ji ber pevçûnên çekdarî û teqandina cebilxaneya şer, fikar hene ku mirina zarokan dewam bike.

Herî zêde jin û zarok ji pevçûnên ku nêzî 40 salan a li Afganîstanê didome, bandor bûne.

Her weha UNICEFê di 20ê Çiriya Paşiyê Roja Mafên Zarokan de daxûyanî dabû û têde hişyarî kiribû ku 14 mîlyon zarokên Afgan ên li welêt di xeteriya birçîbûnê de ne û mîlyonek ji van di xeteriya mirinê de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin