Turk: Barzanî ji bo Kurdan aktorekî gelekî girîng e, divê rola xwe bilîze

Turk: Barzanî ji bo Kurdan aktorekî gelekî girîng e, divê rola xwe bilîze

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ji kar hatîye dûrxistin Ahmet Turk îro li Enqere hevdîtin.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ji kar hatîye dûrxistin Ahmet Turk îro li Enqere hevdîtin.

Di hevdîtinê de ji bilî Barzanî û Turk, Bedevekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên û Hevserokê Şaredariya Agirî Sirri Sikak amade bûn.

Piştî civînê Ahmet Turk behsa hevdîtinê gotîye ku; di navbera siyasetmedarên kurd de yekîtî hebe û bikaribin ramanên xwe bi hev re parve bikin; “Barzanî ji bo Kurdan aktorekî gelekî girîng e. Em dixwazin di vê heyamê de şer rawest e û siyasetekê li ser aştiyê were holê û deriyê diyalogê vebe û Barzanî rola xwe bilîze.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê  serokkomarê Tirkiyê Recep T. Erdogan ve bi fermî li Tirkiyeyê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin