”Tûnebûna pirtûkên kurdî, civata kurd, ji fêrbûn û xwendina kurdî, hîn dûrtir dixe”

”Tûnebûna pirtûkên kurdî, civata kurd, ji fêrbûn û xwendina kurdî, hîn dûrtir dixe”

Yek ji şaredariyên bajarê Londonê, Haringey du kitêbxane, beşa kitêbên li ser Kurda û kitêbên Kurdî vekir; Kitêbxana Haringey Wood Green û Kitêbxana Tottenham Green.

A+A-

Me bi du însiyatîfgirê vê projeyê him bi riya maila û him jî bi riya telefonê têkildar bûn. Yek ji wan serokê wê demê ya belediya Haringey Alî Gul Ozbek û ya din Dr. Sabahat Karaduman e.

Li ser pirsa me ya fikra projeya we ji kuderê derket, Alî Gul Ozbek weha bersivand; ”Ez wek Kurdek êşa ku nikarim bi zimanê xwe bixwînim, binivsînim, dikşînim. Ev fikir di munaqeşeyekê ku bi hekîma dirana birêz Sabahat Karaduman re ku em çewa dikarin ziman, çand û baweriya xwe bighînin cîlên pêşerojê, derket holê. Sabahat xanim got beriya ku mandata serokatiya te biqede projeyek weha, xizmetekek te ya weha, wê ji bo Kurdên Herrîngeyê wê her jîndar bimîne.

Me jî du pirtûkxanên herî mezin ê şaredariya Haringeyê, bi hemû zaravayan vekirina beşa pirtûkên Kurdî dest bi lêpirsînê kir. Û me avêtina vê gavê wek jubîleya min a xizmetê ji bo civata Kurd a li Harîngeyê bi nav kir.

Li ser pirsa me ya ku nasîna wê bi Alî Gul Ozbek ra Dr. Sabahat Karaduman bi ken got: Tu eleqa min bi kar û barê şaredariyê tuneye. Ez birêz Alî beg ji mêj va nas nakim. Nasîna me nagihê du salan jî. Bi taybetî dema piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê Alî beg têde em çend akademîsyenên Kurd ji bo bal bikşînin ser bêdengiya Kurdên Îngilîstanê însiyatîfekê ava kir. Wê demê em gelek car civiyan û munaqeşe kir. Munaqeşe û axaftinên me piştî referandumê jî dom kir û şekil guhert; em wek rewşenbîrên Kurd li Îngilîstanê ji bo miletê xwe û ji bo civata xwe ya Kurd dikarin çi bikin.

kitêbxane.4.jpg

Me heman pirsa jorîn ku me birêz Alî Ozbek kiribû ji Sabahat xanim jî kir. Wê pirsa me weha bersivand: ”Ji meraqa min her bala xwe dida ka qet pirtûkên Kurdî di kitêbxaneyên Îngilîstanê de hene an na. Bi riya online sistema kitêbxanên Îngilîstanê dişopand ku bersîva pirsa xwe bibînim. Mixabin tunebû. Min bi xwe ev yeka weke kêmasîyeke di jîyana xwe de didît. Û min ev mijara bi serokê şaredarîya Harringey ya wê demê,  birêz Ali Gul Ozbek re parve kir. Ew di vê meseleyê de bi min re hemfikir bû: Tunebûna pirtûkên kurdî civata kurd jî ji fêrbûn û xwendina kurdî hîn dûrtir dixe”.

Me pirsa, “ji bo ev proje bikeve jiyanê çi hewildan hate kirin” ji birêz Alî Gul Ozbek kir. Wî got: ”Salek berê dema ez endamê meclîsa şaredariyê û heman demê de wekaleta serokatiya şaredariyê dikir min vê projeyê serokê birêz Claîre Kober, seroka nuha Gîna Adamou, serok Josef Edgefor û endamê meclîsa şaredariyê birêz Alî Demîrcî û Makbule Guneş re vekir. Hemû jî bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Ez li vir spasê xwe yeko yeko pêşkêşî wan dikim.

Li gor birêz Ali Gul Ozbek, li Brîtanya nêzîkî sê sed hezar, tenê kurdên bakûr hene.

Sabahat xanim jî di vî warî de got, Birêz Ali Gul di proseya burokratî de rêberî û alîkarî kir. Ez û birêz Ali Gul Ozbek çûn cem mesûlê beşa pirtûkxanê li şaredarîyê.  Me muracaatê şaredarîya Harringeyê kir. Wan jî ji me re got, bûtçe me ya pirtûk stendinê tune ye. Ku hûn pirtûkên xwe bi xwe amade bikin em ê beşek ji bo pirtûkên kurdî vekin. Kar û xebata me salek dom kir.

Sabahat Xanim li ser pirsa me ya ”tu li kudera vê projeyê da yî? Yanî rola te çibû?” Weha got: Rola min a mezin peydakirina pirtûkan bû. Ez dixwazim bi rêya we spasdarîya şexsîyetên û dezgehên kurdan ku bi awakî comerdî alîkarîya me kirin û pirtûk bexşê beşa kurdî kirin bikim: Xwedîyê çapxana APECê birêz Ali Çiftçi ji sê sed pirtûkê zêtedir pirtûk bexş kir û di vekirina beşa kurdî li pirtûkxaneyê de amade bû û kêfxweşîya me parve kir. Birêz Kendal Nezan 50 pirtûkên Înstîtuya Kurdî li Parîsê weşandiye diyarîyê me kir. Birêz Newzad Hirûrî berpirsê Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê pirtûkên wan ê nusxeyên wan zêdebûn, ji me re şand. Nivîskar Firat Cewerî jî hejmarên cildkirî yê kovara xwe ya Nûdem û gelekî pirtûkên weşanxana Nûdem ku ew him xwedî û berpirsê wê ye, bexşî me kirin. Birêz Faris Medeni Marsil pirtûkên M. Emin Bozarslan ku bexşî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kiribû ji me re şand. Mamoste û nivîskar Mahmud Lewendî ji me re pirtûkên dersên kurdî şand. Herweha hevalê min ê hêja Nimet Mumtaz Aydin, pirtûkên Jîna Nû û gelekî pirtûkên din ku di arşîva wî de zêde bûn, da me û di şandina pirtûkan de alîkarîya me kir. Yanî weke hûn jî dibînin, ev ne tenê karê min û yê birêz Ali Gul bû. Keda pir kesan û dezgehên kurdî jî qasî yê me ye. Bi hev re em xurtir dibin û karên baş dikin.

Alî Gul jî spasê xwe şaredariya Harrîngeyê dike ku di kitêbxaneyên xwe yên herî mezin de cara yekem ji civata Kurd re xizmet kiriye. Herweha spasî hemû endamê meclîsa şaredariyê dike û taybetî jî spasî Serokê Şaredariyê Gîna Adamou, lîder Josef Edgefor û endamê meclîsa me yê şaredariyê birêz Makbule Guneş, Mahîr Demîr û hemû karmandê her du kitêbxaneyan dike, di vekirina beşa kurdî de, beşdar bûne.

kitêbxane.1.jpg

Me ji birêz Alî Ozbek pirsî Beriya beşa Kurdî ya ku nuha we vekir, kitêbxane an jî beşek kitêbxaneyeke Îngilîstanê pirtûken Kurdî an li ser Kurda hebû? Wî du bersîva xwe de got: Pêşîya 15-20 salan, dema pirtûkxane an dewleta  Brîtanya alîkarî ji bo vî kara dida, li şaredariya Hackney beşek vebûye . Lê tu zêdebûn û tiştekî din nehatîye kirin.

Li ser pirsa me ya ”sîstema kitêbxana Îngilîstanê çewa ye? Kesên li derveyî Londonê an Îngilîstanê wê xwe çewa bighînin pirtûkên vê kitêbxanê. Birêz Ozbek got: Piştî ku ev hemû pirtûk di sistema komputera kitêbxanê de hatin qeydkirin, mirov dikare ji her derê Brîtanîya daxwaza deynkirina van pirtûkan bike û kitêbxane ji meriv re dişîne û heqê postê (şandinê) nagire. Lê divê meriv biçe kitêbxaneya xwe û daxwaz bike.

Me pirsî, gavên di pêşeroja vê projeyê de bên avêtin çine? Sabahat Xanim got: ”Ev destpêka projeyekê ye. Em ê hîn hewil bidin û li derîyê dezgehên kurdî yên din jî bixin ku bila koleksîyona pirtûkên kurdî dewlemendtir û zêdetir bibe.”

Birêz Alî Gul got: ”Divê em vê projeyê li bajarên Îngilîstanê ku Kurd bi girseyî lê cîwar in jî bikin jiyanê.

Pirsa dawî ya ku me ji Sabahat Karaduman kir, hêvî heye ev proje bighê wê asta ku pirtukxaneyeke seranser li ser Kurd û Kurdistanê bê avakirin?

Projeyek weke pirtûkxaneyek kurdî tiştekî gelekî xweş û xewnek e. Ji bo wî bûtçe û planek dûr û dirêj divê. Lê her tişt bi xwestin û xeyalan dest pê dike. Ev gavek ewil bû. Me anî û li ber kurdên Brîtanya danî û hêvî dikim ew lê xwedî derkevin. Em amade ne heta ku ji destê me bê, bi her awayî alîkarî bikin. Dixwazim bi vê rêyê bibêjim, anuha di beşa kurdî de, hemû cûre pirtûk hene...

Herweha Karaduman di dawiya gotinên xwe de got: Dixwazim ji vir spasdarîya şaredarîya Harringey bikim ji bo vê derfetê da me. Dema ez çûm pirtûkxanê, berê vekirina beşa kurdî, min dît ku beşên gelek zimanên din hene li wir. Min dîsa dît ku û hîskir kû, bêwelatî û bêxwedîbûn tiştekî wusa ye.

Ali Gul Ozbek di gotinên xwe yê dawî de bang li civata Kurd kir û got: Ez dixwazim em xwedî li vê xizmeta ku Bakurê Londonê ji bo civata Kurd hatiye pêşkêşkirin derkevin. Li vir taybetî kar dikeve ser komele û dezgehêyên me yên sivîl vê agahdarîyê bighînin endamên xwe. Nemaze berê ciwan û zarokên me bidin her du kitêbxaneyên ku di nav belediya Harringeyê de ne; Wood Green û Tottenham Green Centre, li her yekê bi 500 pirtûkan beşa Kurdî heye. Ev ji bo komeleyê me him pêşniyar e û hem jî rica ye. Spas ji bo kesên ku keda wan derbas bûye û ji nuha ve spas ji bo xwendevanên me yên van pirtûkan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin