Trumpî di derbarê Kaşıkçı de daxuyanî da

Trumpî di derbarê Kaşıkçı de daxuyanî da

Serokê Amerîka Donald Trump, di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand, ku ew derbarê nebedîbûna rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşıkçı li Stenbolê dilgiran e û naxwaze guhdariya nûçeyên hevmînak bike.

A+A-

Trumpî got: "Li ser vê yekê dilgiran im. Hêviya min ev e ku di demeke kurt de ev mesele dê ronî bibe. Aniha li ser vê, kes tiştekî nizane. Hin agahiyên pir xirab hene. Ev li xoşa min naçin."

Rojnameya Guardian a Birîtanî ragihand, piştî ku rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşıkçı derbasî avahiya kunsulxaneya welatê xwe bû li bajarê Stenbolê, kemyonek reş ji kunsulxaneyê derket û niha hêzên ewlehiya Tirkiyê li wê kemyonê digerin.

 

Rojnameyê ji ser zimanê berpirsên Tirkiyê veguhestiye, ku piştî du demjimêran ji nebedîbûna Kaşıkçı di nav kunsulxaneya Siûdiyê de li bajarê Stenbolê, ew kemyona reş ji avahiya kunsulxaneyê derket û sindoqên reş di hindirê wê de hebûn.

Herwiha rojnameyê diyar kir, ku lêkolînerên Tirkiyê, zanyariyên nihênî li ser Kaşıkçı zanin, lê tevahiya wan zanyariyan eşkere nekirine.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin