Trump: Serkeftineke mezin, Kurd niha parastî ne!

Trump: Serkeftineke mezin, Kurd niha parastî ne!

Donald Trump di twîttekê de ragihand, agirbest hat ragihandin û şer bi dawî hat.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî rêkeftina Rûsya û Tirkîyê ya derbarê Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê de, di peyamekê de ragihand, "li ser sînorê Tirkîye-Sûrîyê serkevtineke mezin bi dest hat" û "navçeya aram hat damezrandin."

Donald Trump di twîttekê de ragihand, agirbest hat ragihandin û şer bi dawî hat.

Trump herwiha behsa kurdan dike û dibêje: "Kurd niha parastî ne û bi awayekî gelek baş bi me re kar kirin."

Derbarê girtîyên DAIŞê de jî Trump dibêje, ew girtîyên DAIŞê niha li cihekî ewle parastî ne.

Serokê Amerîkayê herwiha dîyar kirîye, îro saet 11:00 li gor dema Waşingtonê Koşka Spî dê daxuyanîyekê di derbarê rêkeftina Rûsya û Tirkîyê de belav bike.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin