Trump: Proseya vaksînkirinê di nava 24 demjimêran de destpê dike

Trump: Proseya vaksînkirinê di nava 24 demjimêran de destpê dike

.

A+A-

Rêveberiya Xwarin û Dermanan ya Amerîka bikaranîna awarte ya vaksîna Pfizer û BioNTech pejirand. Serokê Amerîkayê jî aşkere kir, di nava 24 demjimêran de ew dê dest bi vaksînkirina xelkê bikin û got, “Vîrusa Coronayê li Çînê serî hilda û destpê kir û dê li Amerîkayê bi dawî were.”

Medyaya Amerîka belav kir ku Rêveberiya Xwarin û Dermanan ya Amerîka êvara înê moleta bikaranîna awarte ya vaksîna kompaniya Pfizer û BioNTech îmze kiriye.

Amerîka û kompaniya Pfizer li hev kirine ku heya meha Adarê, 100 milyon dosên vaksînê werbigire. Roja pêncşemê jî komîteya şêwirmendî ya FDA glopa kesk bo bikaranîna vaksînê vêxistibû.

17 endamên komîteya şêwirmendî ya rêveberiya xwarin û dermanan li ser bikaranîna vaksînê bo wan kesên temen 16 salî û zêdetir, erê kiribû, 4 endaman jî red kiribû û endamekî jî deng nedabû.

Piştî biryara FDAyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ragihand ku di nava 24 demjimêrên bê de vaksînkirina xelkê li dijî Coronayê dest pê dike.

Serokê Amerîkayê di twîtekê de ragihand, wan dest bi şandina vaksîna dijî Coronayê bo hemû wîlayetan kiriye û “yekem prseya vaksînkirinê jî di nava 24 demjimêrên bê de dest pê dike û vaksînkirin jî bê beramber dibe.”

Trump amaje bi wê jî dike, heta niha ti karîgeriyeke xerab a wê vaksînê nehatiye dîtin û dibêje, “Vîrusa Coronayê li Çînê serî hilda û destpê kir, lê dê li Amerîkayê bi dawî were.”

Erêkirina bikaranîna vaksîna Pfizer û BioNTech di demekê de ye ku hejmara miriyên Korona li Amerîka nêzîkî 300 hezar kes dibe.

Li aliyê din Kompaniya Moderna ragihand ku Amerîka dê 100 milyon dozajên din yên vaksîna wan ya dijî Corona bikire û tê pêşbînîkirin, di çareka duyem ya sala 2021î de werbigire.

Li gor kompaniya Moderna, Amerîka heya niha daxwaza 200 milyon dosên vaksînê kiriye, wê 20 milyon  dos di dawiya vê mehê de werbigire, yê din jî di çareka yekem ya sala 2021ê de.

Amerîka û Moderna li hev kirine 100 milyon dosên vaksînê bikire li hember 1.5 milyar dolar.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin