Trump platformeke medya civakî damezrand!

Trump platformeke medya civakî damezrand!

.

A+A-

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku di hilbijartinên seroktiyê de li hember Joe Biden têk çû û heta demeke dirêj jî ev têkçûna xwe qebûl nedikir, platformeke medya civakî ji bo kampanya û propagandaya xwe damezrand.

Piştî ku platformên mezin ên wekî Twitter û Facebookê dela serdegirtina kongreyê ya alîgirên Trump, hesab û parvekirinên wî asteng kirin û wekî agahdariya xelet nîşandan, Trump gotibû ku ew dê platformeke medya civakî ava bike.

Trump ku bixwe karsazekî mezin ê Amerîkayê ye, dixwaze di hilbijartinên bê de jî xwe bike namzedê seroktiyê û ji bo wê jî wekî bingeh platforemeke medya civakî bi navê, "From the Desk of Donald J. Trump" damezrand.

Li gorî pisporên teknolojiyê bi platforma ku Trump ava kiriye şopînerên wî pê re dikarin bikevin pêwendiyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin