Trump: Me Supaya Pasdaran a Îranê wek 'rêxistina terorê' bi nav kir

Trump: Me Supaya Pasdaran a Îranê wek 'rêxistina terorê' bi nav kir

Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ragihand ku wan, Supaya Pasdaran a Îranê weke 'rêxistina bîyanî ya terorê' bi nav kiriye.

A+A-

Îro Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ragihand ku Amerîkayê, Supaya Pasdaran a Îranê weke 'rêxistina bîyanî ya terorê' bi nav kirîye ku cara ewil, Amerîka, hêzeke leşkerî ya welatekî weke rêxistineke terorî dinirxîne.

Trumpî her wiha da zanîn ku wan sepandinên aborî yên li dijî Îranê û berdêla piştgirîyên terorê jî dê zêdetir bikin.

Trump di vê beyannameyê da got: “Îro, ez bi fermî plana hikûmeta xwe ji bo diyarkirina Supaya Padsarên Şoreşa Îslamiya Îranê (IRGC), herwiha Hêza Quds, weke rêxistineke terorîstî ya biyanî, li gor maddeya 219 a Yasaya Koç û Regeznameyê radigihînim.”

Trump herwiha dibêje: “Ev pêngava bêmînak vê rastiyê derdixe ku Îran tenê sponsor û piştevanê terorîzmê nîne, belku Supaya Pasdaran bi awayekê çalak beşdarî di peredan û hevkarîkirina terorîzmê de dike.”

Serokê Amerîkayê ragihand: “Supaya Pasdaran a Îranê amrazeke esasî ya hikûmeta Îranê bo arastekirin û cîbicîkirina êrîşên terorîstî yên cîhanî ye.”

 

POMPEO: 'DESTÊ ÎRANÊ DI ÇALAKÎYÊN TERORÎSTÎ DA HEYE'

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî  îro Duşemiyê li Waşingtonê di konferanseke rojnamevanî de ev biryar aşkere kir û ragihand, bi fermî nasandina Supaya Pasdaran û şaxeya wê Supaya Quds bersiveke rasterast e ji bo rejîmeke deryasayî û nabe ku ti kes surprîz bibe.

Pompeo herwiha da xuyakirin, “ev pêngav ji bo rêgirtin ji Îranê û şiyana wê ji bo belavkirina alozî û mirinê li seranserê cîhanê ye.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di axavtina xwe de, Supaya Pasdaran a Îranê bi “desthebûna di çalakiyên terorîstî de” tometbar kir û got, ev yek di demekê de ku xwe weke “rêxistineke leşkerî ya rewa” dibîne.

Mike Pompeo tekez kir ku ev pêngava sade tenê “ji bo naskirina realîteyeke bingehîn e.”

Ev pênagava hikûmeta Amerîkayê, li cîhanê bêmînak e û herwiha di dîroka Amerîkayê de heta niha tiştek wisa nebûye ku hêzên niştimanî yên welatekê bikevne nav lîsteya terorîstî û weke terorîst bêne nasandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin