Trump: Divê îran hay ji tevgerên xwe hebe!

Trump: Divê îran hay ji tevgerên xwe hebe!

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê hewla Îranê ya di warê dewlemendtirkirina asta ûranyumê hişyariyeka tûnd da Îranê û aşkere kir ku divê Îran baştir agahdar be.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê hewlla Îranê ya di warê dewlemendtirkirina asta ûranyumê hişyariyeka tûnd da Îranê û aşkere kir ku divê Îran baştir agahdar be.
Trump di konferanseka rojnemevanî da axivî û da zanîn ku ew divê haya Îranê ji xwe hebe.
Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemê 07-07-2019an aşkere kiribûb ku ew êdî pêbendî rêkeftin û sozan nabin û wê dest bi dewlementirkirina asta ûranyûmê bikin.
Amerîka daxwazê ji Îranê dike dawî li hewla çêkirina çekên atomî bîne û  desttêwerdana siyasî di karûbarên welatên Rojhilata Navîn da neke.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di şeva 08/05/2018an ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê vekişiya û gemaroyên aborî bi ser Îranê da sepandin.
Bi vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî girjî di navbera Amerîka û Îranê da zêde bûye û berpirsên Îranê aşkere dikin ku wê dest bi dewlementirkirina ûranyûmê bikin.  
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin