Trump bo nexweşxaneyeke serbazî hat veguhastin

Trump bo nexweşxaneyeke serbazî hat veguhastin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî ku bi vîrûsa Korona ket bo nexweşxaneya leşkerî ya Walter Rêd ya niştîmanî hat veguhastin.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîterê de vîdyoyek belav kir û ragihand ku tendirustiya wî baş e û spasiya wan kesan kir ku piştevaniya wî kirine.

Pîzişkê Donald Trump tragihand: Serokê Amerîka hendek westiyayî ye, lê morala wî bilind e. Dibêje jî, hejmareke psporan çavdêriya tendirûstiya Trump dikin. Ew hendek dermana bikar tîne ji bo derbaskirina tûşbûn bi Coronayê.

Koşka Spî jî ragihand, morala Trump bilind e û wê beşdarî hilbijartinên Serokatiyê bibe.

Berdevka Koşka Spî got, Donald Trump dixwaze di deme zû de ji bo xelkê biaxive û bangeşeya hilbijartinên jî wê bi online birêve biçin, yan jî wê bêne paşxistin.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un nameyek ji Serokê Amerîka re şand û hêviya başbûna bilez jê re xwest.

Donald Trump berî niha di twîttekê de ragihandibû, “ez û xanima yekem a Amerîkayê, encamên pişkinînên me yên Coronayê pozîtîv derketin. Em rasterast dest bi proseya çareserî û kerentînê dikin û emê pêkve vê derbas bikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin