Trump Biryarnameya Ser Polîsan Îmza Kir

Trump Biryarnameya Ser Polîsan Îmza Kir

Serokê Amerîka Donald Trump biryara ser reforma polîsan îmza kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Donald Trump di merasîma îmzayê de dijî qutkirina budçeya polîsan derket û got ku ‘’Ger polîs nebe wê anarşî çênebe.’’

‘’Amerîkî qanûn û dîsîplînê dixwazin. Ger polîs nebe wê kêşe û anarşî çêbin. Ger ewlekarî nebe ewê xirabî çêbe’’ Trump got.

Wî da zanîn ku ew dixwazin ku ew dixwazin standartên navendên polîsan bilindtir bin û girjîyê jî kêmtir be û dîyar kir ku ew ne armancên dijî hevdu ne.

Serokê Amerîka bi bîr xist ku Civata Senatoran ser bernivîseke bo reforma polîsan dixebite û da zanîn ku ew hazir ku bi Kongresê re ser heman mijarê bixebitin.

Li gor biryarnameya ku Trump îmza kiriye,

- Polîsên ku hêza tund karanîne dê li ser sîstema federal werin qeyd kirin û ew agahî dê werin parvekirin

- Heta ku bo jîyana polîs metirsî çênebe dê desteserkirina bi zexta li ser stû qedexe be

- Bo perwerdekirina polîsan ya ser karanîna hêz û kêmkirina girjîya dê pirtir Wezareta Dadê budçeyê bide

- Di desteserkirinên bê tundûtûjî de, dema bêmal û hişbirhez tên desteser kirin dê xêncî polîsan xebatkarên din yên sîvîl jî hebin.

Wezîrê Dadê William Barr, Serokê Piranîya Komarî ya li Civata Senatoran Mitch McConnel û hin endamên din yên Kongresî beşdarî merasîma îmzayê bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin