"Tiştek bê serê hempîşeyên me, berpirsiyar SETA ye"

"Tiştek bê serê hempîşeyên me, berpirsiyar SETA ye"

Rêxistinên çapemeniyê di deheq rapora SETA, civîna çapemeniyê li dar xistin.

A+A-

Rêxistinên çapemeniyê têkildarî rapora SETA civîna çapemeniyê li dar xistin û diyar kirin ku ewlehiya 150 rojnamegeran tune ye. Nûnerên saziyên çapemeniyê anîn ziman ku ger tiştek bê serê rojnameger û xebatkarên çapemeniyê berpirsiyarê vê yekê SETA ye.

Vakfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) ya "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye" di 6'ê Tîrmehê de raporek belav kir. SETA bi vê raporê rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên BBC Tirkî, DW Tirkî, Dengê Amerika, Sputnik Tirkî, Euronews Tirkî, Independent Tirkiye û CRI Turk (Radyoya navneteweyî ya Çinê) deq kirin û paşerojên rojnamegeran û xebatên wan parve kirine. Di raporêde tespîtên ku tu eleqeya vê bi sinc û etîka rojnaemgeriyê tune ye parve kirine. Têkildarî raporê nûnerên rêxistinên çapemeniyê yên TGC, PEN Turkiye, TGS, DÎSK Basın İŞ, TYS, TURKYAYBÎR, HABER-SEN û ÇGD, li Restoranta Rojnamegeran a Çagaloglu li dijî rapora SETA civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna hevpar a çapemeniyê de Serokê TGC'ê Turgay Olcaytu, Seroka Pen Turkiye Zeynep Oral, Rêveberê Navenda Giştî yê TGS'ê Can Ugur, Serokê DÎSK Basın-Îş'ê Faruk Eren, Serokê Giştî yê TYS'ê Adnan Ozyalçiner, Serokê TURKYAYBÎR'ê Kenan Kocatürk, Endama Sekretera Giştî ya MYK'ê ya Haber-Sen'ê Ayşe Noyan Koluman, Endama Lijneya Rêveberiya ÇGD'ê  Kenan Şener amade bûn. Li salonê pankarta “Fîşkirina rojnamegeran a ji aliyê SETA ve sûc e." 
 
‘TIRKIYE DI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DE DI RÊZA 157’AN DE YE'
 

Sekretera Giştî ya TGC'ê Sibel Guneş daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: "Li Tirkiye bi salan e li dijî çapemeniyê bi rêk û pêk zext heye. Ji ber van zextan di serî de medya navendî û gelek saziyên medya ketin bin baskê îktîdarê. Bi vê yekê mafê gel ê ragihandin û agahdarkirinê ji destê wan hatiye girtin. Li gorî Endeka Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê Tirkiye di rêza 157’an a dawiyê de ye. Di cîhanê de yek ji welatê herî zêde rojnamegerên profesyonel hatine girtin Tirkiye ye. Ji ber zextan bi sedan saziyên çapemenî û weşanê hatin girtin. Bi deh hezaran rojnameger betal man. Rojnamegerên dixebitin jî rastî sansur û otosansurê tên. Rojnamegerên çalak dixebitin jî li komên whatsaapê bar dikin û araste dikin ku kijan sernavan bavêjin. Îktîdar armanc dike ku rojnamegerên yek tîp ava bike. Bi vê yekê mafê gel ê nûçe û agahiyan ji destê wan digire. SETA bi reşkirin û fîşkirinê sûcekî mezin dike."
 
‘EWLEHIYA 150 ROJNAMEGERAN DI TALÛKÊ DE YE' 
 
Guneş, destnîşan kir ku SETA di belgeya xwe de nêzî 150 xebatkarên çapemeniyê yên di navde BBC Turkçe, DW Turkçe, Dengê Amerika, Sputnik Turkiye, Euronews Turkçe, Independent Turkiye û CRI Turk jî heye bi wêne û çîroka der barê jiyana wan de kirine hedef û got: "Der barê 150 rojnamegeran de agahî parve kirine. Bi vê yekê armanc dike yên li dijî hikûmetê reş bike û yek dengî ava bike. Bi vê yekê ewlehiya rojnamegeran di talûkê de ye. 
 
Serokê TGC'ê Turgay Olcayto, Seroka PEN'a Tirkiye Zeynep Oral, Rêvebere Navenda Giştî yê TGS'ê Can Ugur, Serokê DÎSK Basın-Îş'ê Faruk Eren, Serokê Giştî yê TYS'ê Adnan Ozyalçıner, Serokê TYB'ê Kenan Kocaturk 
Endamê ÇGD'ê Kenan Şener, Rêvebera Haber-Senê Ayşe Noyan Koluman jî axatin kirin û diyar kirinku SETA bi vê raporê hempîşeyên wan hedef nîşan dane û ewlehiya hevalên wan tune ye. Nûneran anîn ziman ku SETA bi vê yekê sûc kiriye û rojnamegerên ku li dijî îktîdarê nivîsîne wekî delîla sûc nîşan daye û kirine hedef. Nûneran da zanin ku rapora SETA ya di 5'ê Tîrmehê de hat amadekirin îddianameya dozgeriyê ye û dixwazin rojnamegeriyê kriminalize bikin. Nûneran destnîşan kirin ku ew li dijî vê hişmendiyê ne û li pişt hevalên xwe yên rojnameger ên hatine deqkirin in. 
çavkanî:MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin