Tirkiyeyê Êrîşî Efrînê kir, DYA artêşekê ava dike!

Tirkiyeyê Êrîşî Efrînê kir, DYA artêşekê ava dike!

Roja şemiyê (01.01.2018) artêşa tirk, ji Reyhanlıya Hatayê bi topan êrîş bire ser baregehên YPGyê. Li ser vê yekê DYAyê da xuyankirin ku bo parastina sînoran dê artêşeke bi 30 hezar kesî dê bê avakirin.

A+A-

Roja şemiyê Artêşa Tirkiyeyê ji navçeya Reyhanliyê ya Hatayê, çeperên YPGê yên li Efrînê topbaran dikin. Topên ku hatine avêtin li nava erdên çandiniyê û li ser van giran ketine û li ser vê yekê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çekên nîvgiran bersiv dane baragehên ku topan jê davêjin.

 

Ji DYAyê di derbarê parastina sînoran de daxuyanî

Piştî êrîşa artêşa tirk a li ser Efrînê, Emerîkayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Emerîkayê got: "Ji bo ewlehiya sînoran em ji milîsan hêzeke nû ava dikin."

Hate diyarkirin ku hêza ku dê bergiriya sînoran bike dê ji 30 hezar kesî pêk were. Artêş dê li ser sînorê Tirkiye û Iraqê di nava çalakiyan de be.

Li aliyekî din li ser avakirina vê artêşê Berdevkê Serokomariyê Kalin di daxuyaniya xwe ya nivîskî de derbirî ku agahiya "Hewl tê dayîn bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê re Hêza Ewlehî ya Sînorê Sûriyeyê were avakirin û armanca perwerdekirinê" hatiye parvekirin û ev tişt gotin:

"Amerîkayê bi hinceta ‘têkoşîna li dijî DAIŞê' li şûna ku piştgiriya dide YPGê, gavên bifikar ên ji bo rewakirina vê rêxistina terorê diavêje. Ne pêkan e ku ev were qebûlkirin."

 

Erdoğan: Heta heftiyekî dê bibînin em ê çi bikin

Roja ku artêşa tirk Efrîn topbaran kir Erdoğan li Elezîzê gotibû: ""Me bi vê operasyonê nehîşt ku korîdora terorî ava bikin. Me bi operasyona Idlibê, baskê rojava yê korîdora terorî şkand. Eger terorîstên li Efrînê teslîm nebin, em ê wir di serê wan de bînin xarê. Sozên ji bo Minbicê ji me re hatin dayîn bicih neynin, dê em bi xwe navika xwe bibirin. Heta hefteyeke dê bibinin em çibikin."

Hêjayî gotinê ye ku Erdoğanî diyar kir ku bo vê operasyonê ji Emerîka û Rusyayê piştgirî negirtiye lewre got: "Em dixwazin polîtîkayên xwe yên li Sûriyê digel Emerikayê saz bikin. Her wiha Erdoğanî anî zimên 'em bi tena serê xwe jî bimînin em ê çara serê xwe binêrin.'  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin