"Tirkiye welatiyên ku vedigerin Efrînê bombebaran dike"

"Tirkiye welatiyên ku vedigerin Efrînê bombebaran dike"

Welatiyên ku dixwazin vegerin Efrînê, ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve tên bombebarankirin. Hat ragihandin ku îro ji ber bombebarana Artêşa Tirkiyê 21 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Roj bi roj hejmara qurbaniyên sivîl ên Efrînê ji ber bombebarana Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê bilind dibe. Niha jî welatiyên ku dixwazin vegerin Efrînê, ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve tên bombebarankirin.

 

Çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re ragihandin ku dema vedigeriyan gundên xwe, ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê ve hatine bombebarankirin, daku neçin Efrînê û berê xwe bidin deverên Nubul û Zehra.

 

Hinek çekdarên girêdayî Artêşa Tirkiyê dane xuyakirin ku mal û xanî û heta darên zeytûnan ên Efrînê jî bi ser xwe de dabeş kirine.

 

Li gor medyaya nêzîkî YPGê, ji ber topbarana Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê, ya ser taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê 21 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û 45 welatî jî birîndar bûne, di nav qurbaniyan de keçeke 8 mehî ya bi navê Meryem Mihemed heye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji roja 20ê Çileya borî ve Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdar ên girêdayî wê, operasyoneke berfireh bi ser herêma Efrînê de daye destpêkirin.

 

Tevî qurbaniyên herdu aliyan ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê, gelek sivîlan jî canê xwe ji dest dane û birîndar bûne, herwiha di nav qurbaniyan de jin û zarok jî hene.

 

 

(Rûdaw)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin