Tirkiye- Wê rojê 1 mîlyon û 100 hezar kes aşi bibin

Tirkiye- Wê rojê 1 mîlyon û 100 hezar kes aşi bibin

.

A+A-

Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hatina qismek ji aşiya Çînê behsa rêya aşîkirinê kir. Koca got ku di meha ewilî, ya sibatê û adarê de wê rojê 1 mîlyon û 100 hezar kes bên aşikirin. Lê ewilî wê li ser aşiya Çînê lêkolîn bêkirin û 2 hefte dewam bike. Di aşiyê de 27 hezar navendên tenduristiyê yê malbatê roleka girîng bidin ser milên xwe. Wê nexweşxaneyên dewletê û rêxistinên taybet yên tenduristiyê bikevin nava bizavê.

Koca ragihand ku di nava 24 sietande herkes dikare bi randevu aşiya xwe bike. Koca weha dewam kir:

“Di welatê me de 27 hezar navendên tenduristiyê hene. Aşi di wan de dê bênkirin. Di her navendekî de rojê 10 aşi bênkirin ku dike 270 hezar. Eger 40 aşi bikin dike 1 mîlyon û 270 hezar. Hem navendên me yên taybet hene. Di şertên polîklînîkan de em dikarin heya 24.00 ê şevê bixebitin.”

Li ser ewlehiya aşiyê ya SinoVacê aşiya li ser xewebexşan de hatiye kirin, heya niha ti bandorekî neyînî nehatiye dîtin û weha dewam kir:

“Bo aşiya Çînê 13 hezar kes bijartin. Doza ewilî li ser 7 hezar kesî hat ceribandin. Di ser 5 hezarî de doza duyê têkirin. Heya niha ti bandorekî neyînî nehat dîtin. Tenê xebatkarekî ku allerjiya wî hebû tê de allerjiyeka sivik hat dîtin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin