Tirkiyê Şêladiz, Garê û Zapê bordûman kirin

Tirkiyê Şêladiz, Garê û Zapê bordûman kirin

Firokeyên Tirkiyê devera Geliyê Balinda yê ser bi bajarokê Şêladizê bordûman kir. Alîkarê Rêveberê Tendirustiya Amêdiyê ragihand: “Ji ber bordûmanê ti zirareke canî negihîştiye xelkê sivîl.”

A+A-

Îro bi şev di saet 00: 15ê de firokeyên Tirkiyê devera Geliyê Balinda bordûman kirin û cihê ku hate bordûmankirin ji kîlometreyeke kêmtir ji gundê Sîriyê yê ser bi bajarokê Şêladizê dûr e û xelkê wê herêmê bi awayekî berdewam di wê deverê re hatûçûnê dikin.

 

Alîkarê Rêveberê Tendirustiyê yê Amêdiyê Derwêş Sîrî ragihand: “Piştî bordûmanê me çend ambulans şandin cihê bûyerê, lê zirar negihiştiye canê ti kesî, tîmên me jî heta sibehê di amadebaşiyê de bûn.”

 

Gare û Zap jî hatin bordûmankirin

 

Balafirên şer ên artêşa tirk herêmên Gare û Zapê bordûman kirin û hat îdîakirin ku gelek binke hatine jinavbirin.

Bordûmana balafirên şer ên artêşa tirk a li ser sînorên Herêma Kurdistanê berdewam dike. Sererkaniya artêşa tirk bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li dijî herêmên Gare û Zapê êrişên hewayî pêk hatine û ew dever hatine bordûmankirin.

Herwiha di wê daxuyaniyê de hat îdîakirin ku 6 gerîlayên PKKê jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha di encama bordûman artêşa tirk a li ser herêmên Qendîl, Biradost Heftenîn, Gare, Metîna, Avaşîn-Basyan, Zap, Xakûrk, Kanîreş, Sîdekan û Amedî bi dehan kesên sivîl canê xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin