Tirkiye, Rûsya, Ukranya û NY li ser mijara dexlûdan dicivin

Tirkiye, Rûsya, Ukranya û NY li ser mijara dexlûdan dicivin

.

A+A-

Bi milyonan ton genim li benderên Ukraynayê di bin dorpêça Rûsî de asê maye.

Îro şandên serbazî yên Tirkiye, Rûsya û Ukranya bi beşdariya şandeke Netewên Yekgirtî li Stenbolê li ser mijara dexlûdanê Ukranya yê li benderan asayê maye dicivin.

Wezîrê Bergiriya Tirkiyê Hulûsî Akar derbarê civîna çar alî de ragihand, şandên serbazî yên Tirkiye, Rûsya û Ukranya bi beşdariya şanda Netewên Yekgirtî dê îro li Stenbolê bicivin.

Akar diyar kir, mijara dexlûdanê Ukranya yê li benderan asê maye û veguhestina wî bi rêya deryayê, dê civînê de bê gotûbêjkirin.

Akar diyar kir ku wî bi xwe ji bo çareseriya dexlûdanê Ukranyayê, wî ligel wezîrê bergiriya Rûsya Sergey Şoygu û wezîrê bergiriya Ukranya Oleksî Reznikov hevdîtin pêk anîne.

Ev yek di demekê de ye bi milyonan ton genim li benderên Ukraynayê di bin dorpêça Rûsî de asê maye û veguhestina wê ji ber hebûna mînên deryayî metirsîdar bûye.

Krîza genim a Ukraynayê dibe sedema qeyraneke xwarinê ya cîhanî, ji ber ku ew welat di nav mezintirîn hinardekarên genim ên cîhanê de ye.

Pêştir jî Berdevkê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric got ku, Netewên Yekgirtî bi rayedarên Tirkiyê re dixebite, da ku korîdorên bi ewle ji bo hinardekirina genim ji Ukraynayê di ser deryaya Reş re ava bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin