Tirkîye: Ne hewce ye em operasyonê bidomînin

Tirkîye: Ne hewce ye em operasyonê bidomînin

Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ragihandîye ku piştî bidawî hatina agirbesta 120 saetî, pêwîst nake ew careke din dest bi operasyona li Rojavayê bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ragihandîye ku piştî bidawî hatina agirbesta 120 saetî, pêwîst nake ew careke din dest bi operasyona li Rojavayê bikin.

Wezaretê diyar kiriye ku rêkeftinek di nava Tirkîye û Rûsyayê de pêk hatîye, li rojhilatê Feratê ji bilî operasyona “Harekata Kanîya Aştîyê”, pêwîstî bi operasyoneke din nemaye.

Li gor daxuyanîyê paşveçûna hêzên Kurdî ji navçeyên sînorî temam bûye.

Di daxuyanîya wezaretê de hatîye gotin ku ku Amerîkayê ragihandîye ku vegerîyana YPGyê ya ji wê navçeyê temam bûye û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu peywendîyeke telefonî pêk anîn.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin