Tirkîye: Me gurzeke kujek li pirojeya Emerîkayê da li Surîya

Tirkîye: Me gurzeke kujek li pirojeya Emerîkayê da li Surîya

Wezareta Derveya Tirkîyê radigehîne, Emerîka bêrêzîyê beranber welatê wan dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta derve ya Tirkîyê di ragehandinekê de, bersiva Civata Pîrên Emerîkayê dide û ragehandîye, Waşintun bêrêzîyê bi serwerîya asayîş û netweyî ya Tirkîyê dike.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, Emerîka dixwazt piojeyekê li bakûra Sûrîya, lê Tirkîyê gurzeke kujek li wê piroje ya Emerîkayê da û nehêşt serkevtî be.

Komîteya peywendîyên derve di Civata Pîrên Emerîkayê de, piroje yasayek pexsind kir bo sepandina sizayan bi ser Tirkîyê re bi sedema kirrîna sîstema berevanîya S400 a Rûsîyayî û herweha bi sedema operasyonên wê bo ser Rojavaya Kurdistanê û ew piroje yasa bo serokatîya Civata Pîran bilind kirîye.

Ev yasa sizayayên hanê piştî  ku dihêt pesindkirinji alîyê Civata Pîran ve, dûv re dihêt şandin bo Donald Tiramp, serokê Emerîkayê, heke wajû bike, ew siza dikevin warê cîbicîkirinê de.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin