Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê êriş kir: 4 endamên asayişê canê xwe ji dest dan

Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê êriş kir: 4 endamên asayişê canê xwe ji dest dan

.

A+A-

Hêzên Asayîşa Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di êrişa asmanî ya li dijî otomobîlekê de li Eyn Îsayê, 4 endamên wan canê xwe ji dest dane.

Hêzên Asayîşa Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku droneke Tirkiyê li Eyn Îsayê karmendên hêzên ewlekariyê kirin armanc.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Vê sibehê balafirên bêmirov hêzên me yên li Eyn Îsayê dema ku erka xwe pêk dianîn, kirin hedef.”

Li gor daxuyaniya Hêzên Asayîşa Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê, di wê êrîşê de, Beşar Mihemed Elî Bozan û Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El-Hisên û Selma Elî Mistefa jiyana xwe ji dest dan.

Di beşeke di a daxuyaniyê de Hêzên Asayîşa Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê dibêje ji ber bêdengiya navneteweyî li hember êrişên dubare yên Tirkiyê li ser herêmên wan, êrişên wî welatî berdewam dibin.

Hêzên Asayîşa Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê herwiha tekez dike ku êrişên bi vî rengî ji wan re nabin rêgir ku ew erka xwe ya parastina xelkê herêmê cîbicî nekin.

Daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê

Ji aliyê din ve, Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî îro li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ku di encama êrişekê hêzên wî welatî de 4 endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêmên “Kaniya Aştiyê û Mertalê Firatê” jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha îdia dike ku wan herçar kesan xwe ji bo  êrişekê amade dikir.

Roja 22ê vê mehê jî droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke HSDê li ser rêya Qamişlo - Tirbesipiyê bombebaran kiribû û tê de Cîgira Fermandarê Giştî yê HSDê Selwa Yûsif a bi nasnavê Jiyan Efrîn û du şervanên din ên jin canê xwe ji dest dabûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin