Tirkiyê li DMME, di nav rojekê de 4 doz winda kirin

Tirkiyê li DMME, di nav rojekê de 4 doz winda kirin

Tirkiyê, îro di çar dozên ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dihatin dîtin de, her çar doz jî winda kirin.

A+A-

Doza pêşî, doza Kemal Gömî bû ku rastî îşkence û tade ji dewletê dîtibû. Dadgehê biryar da ku Tirkiyê Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê ku îşkencê qedexe dike, binpê kiriye û divê Tirkiyê 10 hezar euro ji Gömî re qerebû bike.

Doza duyem, a Ilımdar Çataltepe bû ku dewletê dest danîbû zeviyê wî û ewî jî doz vekiribû. DMMÊ biryar da ku mafê milkê taybet hatiye binpêkirin û divê dewlet 295 hezar euro madî, 5 hezar euro manewî û 3 hezar euro jî lêçûnên dadgehê bo Çataltepeyî qerebû bike.

Doza sêyem jî doza Weqfa Cem bû ku çima ku fatoreyên mizgeftan têne razandin bes ên cemxaneyan na, hatibû vekirin.

DMME biryara qerebûya bi 44 hezar 400 euro madî û 10 hezar euro jî manewî dabû û Tirkiyê jî daxwaz daxistina qerebûya madî heta 22 hezar û 300 euroyan kiribû bes dadgehê îro ev daxwaz red kir û biryar da ku bo Weqfa Cemê, 54 hezar û 400 euro qerebû bê dayîn.

Doza çarem jî doza Rûşen Bayarê bû ku wexta bi endamtiya PKKê dihate darizandin, ji ber 8 binpêkirinên wekî 'dema maqûl a darizandinê', 'peydakirina parêzer di dema darizandinê', û 'maf û azadiyên tawanbaran' DMMEyê, Tirkiye mehkûmî 5 hezar 300 euro manewî û 2 heza 309 euro madî qerebûyê kir.

Herwiha DMME roja pêncşemê, li ser Eskîfê jî biryarek rabigihîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin