Tirkiye-Kurdistan; di warê perwerdeyê de serdestî-bindestî

Tirkiye-Kurdistan; di warê perwerdeyê de serdestî-bindestî

Lêkolîneke li navçeyan/qezayan de bi însanên temenê wan ser 25 salî ne kirine da zanibin ew çend sal mekteb xwendine.

A+A-

Li Tirkiyê du profesorên Zanîngeha Pamukkale; Ensar Yeşilyurt û Oguz Karadenîz lêkolîneke li navçeyan/qezayan de bi însanên temenê wan ser 25 salî ne kirine da zanibin ew çend sal mekteb xwendine.

Li gorî lêkolînê li Tirkiyê navçeyên ku herî bi tehsîl in; navçeyên Beşîktas û Kadikoya (Stenbol) û navçeya Çanqeya ya (Enqere) ne.

Di van qezayan de di sala 2009ê de teqrîben tehsîla wan di sewiyeya lîse yekê de bûye û di sala 2015ê de gihaştîye sewîyeya duyem a lîseyê.  Ango di sala 2009ê de 8 sal û 4 meh û di 2015ê de jî radeya perwerdeyê gihaştîye 9 sal û 3 mehan.

Li gorî lêkolînê li Kurdistanê jî navçeyên Miksê (Wan), Berwarî (Sêrt) Alduş/Gerger(Semsûr) û Tatos/Tekman (Erzirum) di warê perwerdeyê de herî paş in.

Di van qezayan de, di sala 2009ê de tehsîla wan kesên ku temenê wan li ser 25 salî ne radeya wan di dibistana seretayî ya pola 2em de bûye û di sala 2015ê de jî gihiştîye sewîyeye pola 4em a dibistana seretayî. Ango di sala 2009ê de teqrîben perwerdeya wan salek û 8 meh û di sala 2015ê de gihaştîye sê sal û 3 mehan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin