Tirkiyê keştiya xwe ya sondajê cara duyem ji Derya Spî vekişand

Tirkiyê keştiya xwe ya sondajê cara duyem ji Derya Spî vekişand

Tirkiyê keştiya xwe ya sondajê cara duyem ji Derya Spî vekişand

A+A-

Tirkiyê piştî ragihandina NAVTEXê bo lêgerîna gazê li Rojhilatê Derya Spî keştiya bi navê Yavuz a sondajê bêrî ya dema navtexê bidawî bibe ji Derya Spî vekişand bendera Mersînê.

Piştî gefên cezakirina Tirkiyê yên Yekîtiya Ewropayê ev cara duyemîn e Tirkiye keştiyên xwe yên lêgerîna gazê ji Derya Spî vedikişîne bêyî ti daxuyaniyekê bide.

Li ser vekişîna keştiya Tirkiyê ji Rojhilatê Derya Spî rayedarên Qibrisê dibêjin, heger Tirkiye wisa berdewam bike dibe ku dixwaze aloziyê kêm bike.

Hêjayî gotinê ye, roja Îna borî, Yekîtiya Ewropayê di civîna li Brukselê de, nameyeke tund bo Tirkiyê ragihandibû û tê de hatibû gotin, heger Tirkiye tevgerên xwe yên li Derya Spî ranewestîne wê cezayên giran li ser werin sepandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin