Tirkîye jiber Zêdebûna Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Derketina Derve Sînordar Dike

Tirkîye jiber Zêdebûna Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Derketina Derve Sînordar Dike

.

A+A-

Hikûmeta Tirkîyê jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona tedbîrên nû ragihandin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku jiber zêdebûna pêketin û mirinên ji vîrusa korona ew neçar mane ku biryarên nû ragihînin.

Li gor tedbîrên nû derketina derve dê di dawîya hefteyan de ji 20:00 heta 10:00 qedexe be. Mol, berber dê di navbera 10:00 û 20:00 de vekirî bin û salonên sînemayê dê heta dawîya salê girtî bin.

Perderdewên li dibistanan dê heta dawîya salê bi awayekî onlayn bidomin.

Restoran û kafê dê bi tenê karibin paketan servîs bikin û ji 10:00 heta 20:00 vekirî bimînin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku sînordarkirinên nû dê roja Înê di saet 20:00 de destpê bikin.

Tirkîyê di pêla pêşî ya vîrusa korona de derketina derve sînordar kiribû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Tirkîyê 421,413 kes bi vîrusa korona ketine û 11,704 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin