Tirkîyê îsal 13 hezar Ton zeyta Efrînê firotîye

Tirkîyê îsal 13 hezar Ton zeyta Efrînê firotîye

Tirkiyê di nav 4 mehan da 13 hezar Ton Zeyta Efrînê anîne welatê xwe û di bin navê zeyta Tirkî da difiroşe welatên cîhanê.

A+A-

Li gor raporteke pêgeha “Arti Gercek”ê, Wezareta Çandinîyê ya Tirkîyê ji derveyî rêyên fermî vê talana zeyta Efrînê berdewam dike û ji bo welatên derve jî wek Zeyta Tirkî tê nişandan.

Serokê Kampanya Firotina Zeytûnên Egeyê Davût Er ji ajansa Almanî “DW” re axivî û got: Di nav van 4 mehan de 13 hezar ton Zeyt ji Efrînê derbasî Tirkîyê bûye û dê heta meha Hezîranê anîna zeytûnên Efrînê dê bigihîje 20 hezar tonan.

Li gorî raportê, hîna niha destpêka sala 2019an, Tirkiyê bi buhaya 28 milyon Dolarî zeyta Efrînê wek Marka Tirkî firotine derve.

Herwiha li gorî wê raportê jî, Tirkiyê di sala 2018 an de 60 hezar ton zeyta Efrînê bi buhaya 120 milyon Dolarî firotiye.

Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve ku ji 18ê Adara 2018an ve Efrînê dagîr kirine, ji bilî dizî û talankirina mal û milkên Efrîniya, destên xwe danîna ser bi hezaran darên zeytûnê yên koçberên Efrînê û ji xwe re difiroşin.

Pirsa dizîna zeyt û zeytûna Efrînê ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ve berî demekê hatibû rojevê, ku berî demekê Parlementerê Swîsre Bernhard Guhl di Parlementoya welatê xwe de diyar kiribû: Zeytûnên Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiye û milişyatên girêdayî wê ve tên dizîn û talankirin. Zeyta tên dizîn li Ispanya tê firotin!”

Herwiha du senatorên Ispanyayê pirsnameyek dabû Parlementoya Ispanya û Komisyona Ewrûpayê û di pirsnameyê de tê pirsîn: “Zeyta ji Tirkiye tê kirîn, zeyta dizînê ji Sûriye (Efrînê) ye?”

(K24/ Arti Gerçek/ DW Turkçe)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin