Tirkiyê esmanê xwe ji balafirên Rûsyayê re girt

Tirkiyê esmanê xwe ji balafirên Rûsyayê re girt

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Tirkiyê esmanê xwe ji hemû firokeyên sivîl û leşkerî yên ku serbazan vediguhêzinin Sûriyê girtiye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu beriya serdana xwe ya Uruguayê di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Çavuşoglu destnîşan kir ku Enqere di çarçoveya mekanîzmaya diyalogê ya bi Moskowê re tevbigere giringiyê didê.

Çavuşoglu diyar kir ku qada hewayî ya Tirkiyeyê ji hemû balafirên Rûsyayê re yên ku leşkeran dibin Sûriyeyê hatiye girtin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di derbarê girtina esmanê Tirkiyê ji balafirên Rûsyayê re wiha dibêje “Me qada esmanî ji balafirên leşkerî û heta balafirên sivîl ên Rûsyayê re ku diçin Sûriyeyê girt. Heta Nîsanê destûra wan hebû. Mi di Adarê de daxwaz kir. Dema ku ez çûm Moskowê min ji Lavrov re got, wî jî got ku ew dê ji Putin re bibêje. Piştî 1-2 rojan wan got `fermana Putin heye êdî em dê nefirin.` Hem Montro û hem jî li ser mijarên din em pêvajoyê bi diyalogê dimeşînin. Beriya şer 4 keştiyên Rûsyayê hebûn. Dibe ku ew beşek planê be. Wan destûr xwestibû ku van keştiyan di tengavê re derbas bikin. Min ji wan daxwaz kir, me got `ev şer e` û me ji wan re behsa Montroyê kir. Pêşê dev jê berdan. Manoreke NATO ya ku ji berê ve hatibû plankirin hebû ku em tê de bûn. Heta em bixwe ji di nav de bûn.

Keştiyên hevpeymanan dê derbas bibûna, lê me got ev dê bibe provakasyon , ji ber wê jî me got bila betal bibe. Wan jî vê yekê mafdar dîtin. Di aliyekî de dema em wiha xebat dikin, ji aliyê din ve bi rêya diyalogê bêyî derxistina krîzan gelek pirsgirêkan çareser dikin.”

"Putin û Zelensky li ser hevdîtina li Tirkiyeyê hemraman in"

Çavuşoglu bal kişand ser muzakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de û diyar kir ku hevdîtinên di navbera wan de berdewam in.

Çavuşoglu lui ser vê yekê jî wiha got “Di xala ku em gihîştine de metneke berfireh ku ew li serê muzakereyan dikin heye. Ji xeynî vê di navbera serokan de li pişt deriyan dîplomiseyk dimeşe. Di wê pêvajoyê de em dibînin ku pêşnûmeya deklerasyona hevpar heye.”

Çavuşoglu da zanîn ku eger di hevdîtinê de pêşketin çêbibin Serokê Rûsyayê Pûtîn û Serokê Ukraynayê Zelensky di derbarê mijara ku li Tirkiyê bicivin hemraman in.

Çavuşoglu diyar kir ku hejmara Ukrayniyên ku heta niha hatin Tirkiyeyê 90 hezarî derbas kiriye û wiha got, "Berdêla herî mezin a vî şerî gelê Ukraynayê dide."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin