Tirkîye: Biryara girtina Salih Muslim

Tirkîye: Biryara girtina Salih Muslim

Hat ragahandin ku navê wî di bûyara 17ê Sibata 2016ê de ku li Anqerê qewimîye de derbas dibe.

A+A-

Îro, li ser daxwaza Dozgerê Komarê yê Enqerê, Dadgerîya Sulh a Ceza ya 6 ya Enqerê  di derberê serokê Partîya Yekîtîya Demokartîk (PYD) Salih Muslim de -ku partîyeka rojevaya Kurdistanê ye- biryara girtinê wergirt. Hat ragahandin ku navê wî di bûyara 17ê Sibata 2016ê de ku li Anqerê qewimîye de derbas dibe.

Wek dihê zanîn di wê bûyarê de  tirimbelek bi bombebarkirî li nêzî Fermandarîya Giştî ya Tirk hatibû teqandin; 28 kes miribûn û 61 kes jî birîndar bibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin