Tirkiye bi sedan serbazên xwe li bakurê Sûriyê belav dike

Tirkiye bi sedan serbazên xwe li bakurê Sûriyê belav dike

.

A+A-

Hat ragihandin ku Tirkiyê bi sedan leşkerên xwe li bakurê Sûriyê li dijî hêzên Kurdî bi cih kirin.

Malpera Bloombergê li ser zarê du berpirsan ku nexwestine navê wan bê eşkerekirin belav kiriye ku di tarîka şevê de Tirkiyê bi sedan serbazên xwe li bakurê Sûriyê dijî hêzên Kurdî belav kirine, daku çend navçeyan li başûrê Kobanî kontrol bike û navçeyên bin kontrola xwe li rojhilat û rojavayê Çemê Firatê bi hev ve girêde.

Ew herdû berpirs dibêjin, bi awan êrîşan çend armancên Tirkiyê hene, dixwaze piştgiriya navxweyî bidest bixe, guşarê li Amerîka û Rûsyayê bike daku sînorekî ji hêzên Kurdî re deynin, hevdem armanceke din girtina Binkeyê Esmanî yê Minax e li nêzîkê bajarokê Ezazê ku di destê YPGê de ye û Tirkiye wek cihê êrîş û xweveşartina şervanan bi nav dike.

Destpêka vê mehê du efserên polîs ên Tirk li ser sînorê Sûriyê di bombebaranekê de hatin kuştin, piştî vê bûyerê Enqerê êrîşên xwe bo ser pêgehên YPGê zêde kirine, Amerîkayê kuştina herdû efserên Tirkiyê şermezar kir, lê xwest alî rêzê li agirbesta şer bigrin. Piştî wan êrîşan, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan amaje bi plana operasyoneke nû da, niha jî ku hêzê li bakurê Sûriyê kom dike, li ser gefên xwe berdewam e.

Erdogan vekirî negotiye operasyoenke serbazî dike, lê gotiye şerê Tirkiyê li Sûriyê “bi awayên cuda” berdewam dibe. Serokkomarê Tirkiyê dema ji Azerbaycanê vegeriya ji medyayê re got: “Niha Tirkiye li ser sînor rûbirûyê gefa terorîstan bûye, em jî bi heman armancê di şerê terorîstan de berdewam dibin.”

Di sala 2019an de Enqere ligel Rûsya û Amerîkayê rêkeft ku êrîşên ser hêzên Kurdî rawestîne bi mercê YPG ji tevahiya sînor bi dirêjiya 30 kîlometreyan vekişe, lê niha Tirkiye herdû aliyan bi wê yekê tohmetbar dike ku YPG pêbendê wê sozê nekirine.

Erdogan çima wiha dike?

Bloomberg dibêje pêgeha Serokkomarê Tirkiyê ji ber têkçûna rewşa aborî û bilindbûna enflasyonê lawaz bûye, operasyoneke nû dijî YPGê dibe wiha bike ku piştgiriya Tirkên nîjadperest û konservatîv bidest bixe, lê eger jî heye rûbirûbûneke din ligel Amerîkayê bihayê lîreyê Tirkî zêdetir daxîne, ku îsal bihayê lîre gehişt asta herî nizim.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin