Tirkiye 447 milyar dolar deyndarê alîyên derve ye

Tirkiye 447 milyar dolar deyndarê alîyên derve ye

Wezareta Darayi ya Tirkîyê eşkere kir ku qebareya deynên derve yên ku ji Tirkîyê têne xwestin gihane 447 milyar dolar

A+A-

Rûdaw

 

Wezareta Darayi ya Tirkîyê eşkere kir ku qebareya deynên derve yên ku ji Tirkîyê têne xwestin gihane 447 milyar dolar û tenê yên Yekîtîya Ewropa derdora tirilyonek û 284 milyar lîra Tirkîyê ye, li hember vê yekê hejmara kesên bêkar li seraserî Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê gihîşte 4 milyon û 253 hezar kesan.

 

Ji destpêka salê ve, rêjeya deynên derve li Tirkîyê her diçe zêdetir dibe û li gorî dateyên meha Hêzêrane û daxuyanîya Wezareta Darayi ya Tirkîyê, qebareya deynên derve 447 milyar dolar derbas kirîye.

 

Tirkiyê bi qasî 447 milyar dolar deyndarê alîyên derve ye û deynên Yekîtîya Ewropa gîhane 1.284 tirilyon lîra Tirkî. Hikûmeta Tirkîyê 5 milyar û 700 milyon lîra deyn belav kir.

 

Nerxê lîra Tirkîyê daket 5.69 lîre beramber yek dolarî ye û li Tirkîyê hejmara bêkarîyê rabûye 4.253 milyon kesan.

 

Berpirsên Desteya Enerjîya Tirkîyê ragihandin ku wan buhayê gaza sirûştî bi qasî 27 quruşan bilind kirîye û bihayê elektirîkê jî bi rêjeya 14.9% zêde kirîye.

 

Wezareta Darayi ya Tirkîyê pêştir ragihandibû ku Banka Navnedî pêşbînî dikir ku ew dê 3 milayr û 500 milyon lirê weke qerz li welatîyan belav bikin, lê rêjeya wê li gorî daxwaza xelkê û bazirganan rabû 5 milyar û 700 milyon lîreyê Tirkî, û ev yek bû sedmeke zêde ji bilindbûna deynên derve bi ser hikûmeta wî welatî ve.

 

Di tebaxa sala borî de, lîreyê tirkî bi qasî ji sedî 30 ji buhayê xwe ji dest da û li gorî miameleyên dawî, her dolarek dike 5 lîra û 69 quruş û piştî wê, rêjeya enflasyonê daket ji sedî 9.26.

 

Li alîyekî din rêjeya bê karîyê li Tirkîyê her diçe bilind dibe û li gorê dateyên dawî derdora yek mîlyon kes salane bê kar dimîne, û hejmara dawî ya bêkaran li seranerî Tirkîyê giha ye 4 mîlyon û 253 hezar kesî.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin